
Zîlana ku bû mînaka jiyana wekhev û azad û aşiqa azadiyê ku bi biryarekî dîrokî canê xwe feda kir û bû sembola jina azad li her çar parçê Kurdistanê û ji bo tevahiya jinên cîhanê bi rasthatina şehadeta wê li bajar û gundewarên rojavayê Kurdistanê tê Bibîranîn.
Zeyneb Kinaci ango Zîlan îro di saet 6’ê êvarê de bi semînerekê ku tê debehsa zaroktî, ciwantî û fedayîtiya wê hate bibîranîn.
Bi dehan jin û mêr ji bo bîranîna şehîd zîlan li navenda Komîna şehîd Hebûn ya Taxa Hilêliyê kom bûn, di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.
Paşê semîner ji aliyê rêveberiya kongra Star a Qamişlo Rêjîn Cûdî ve hate dayîn.
Rêjîn di serî bixêrhatina beşdaran kir û hemû şehîdên tevgera azadiyê ku ji bo jiyaneke azad canê xwe kirin qurban bibîranî û behsa jiyana şehîda nemir Zeyneb Kinaci derbarê armanca çalakiya wê ya fedayetiyê kir.




