
Bi dehan xelkê bajarê Kobanê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan berê xwe da Pakrewangeha Şehîdên Komkujiya Kobanê, kulîlk danîn ser gorên wan.
Dûre, beşdaran berê xwe da gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê, serdana Mûzexaneya Şehîdên Komkujiya Helincê kir.
Di 23ˊyê Hezîrana 2020ˊan de droneke dewleta Tirk a dagirker êrişî mala Emîna Weysî kiribû. Di encamê de endamên Koordînasyona Kongra Star a Kobanê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê şehîd bûbûn.
Şênî li mûzexaneyê geriyan, li tiştên her sê şehîdan temaşe kirin.
Di çalakiyê de, Seroka Desteya Jin a Kobanê Macîde Hesûn, dayika şehîd Hebûna Mela Xelîl û xwişka şehîd Zehra Berkel axivîn. Axêveran bal kişand ser rola jinan di têkoşîna ji bo azadî û redkirian siyasetên paşguhkirin û înkarê de.
Di dawiyê de axêvaran destnîşan kir ku divê mafên jinan û amadebûna wan di saziyên dewletê û destûra nû ya Sûriyeyê de werin fermîkirin. Ji ber azadiya jinê bingeha azadiya tevahî civakê ye.
Çalakî bi teqeziya li ser berdewamkirina şopa şehîdan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêxistina mûman bi dawî bû.



