NûçePerwerdeSlide

Zimanê Dayikê Bingeha Kesayet û Hişmendiya Neteweyî ye

Li bajarê Kobanê bi dehan jin ji bo xurtkirin û zêde pisporiya di zimanê dayikê de berê xwe didin korsên zimanê kurdî,û tekez kirin ku ,zimanê dayikê bingeha kesayet û hişmendiya neteweyî ye.

Zimanê dayikê di avakirina nasnameya takekes de hêmanek girîng e. mirov, bi zimanê xwe yê dayikê xwe bi cîhanê dide nasîn,bi vî zimanî wateyê dide hest, nirx û baweriyên xwe.

Bîra dîrokî, destan, wêje û kevneşopiyên civakekê bi zimanê dayikê ji nifşekê ji bo nifşeke din tên veguhastin.
her ziman perspektîfek bêhempa pêşkêşî gerdûnê dike. Di vê çarçoveyê de, pirrengiya zimanî mîrateya çandî ya hevpar a mirovahiyê ye

Zimanê dayikê têgiheke kolektîf e ku çavkaniya dîrokî ya hilberîna ziman û koka wê ya avahîsaziyê diyar dike. zimanê dayikê zimanê yekemîn e ku takekes bi kar tîne da ku cîhanê fêm bike, nasnameya xwe pêk bîne û bingeha pêşketina xwe ya hişmendî tekûz bike.

Di vê çarçoveyê de, nêrînên gelek zimanzanan ên li ser rola zimanê dayikê jî teqez dikin ku ziman tenê ne amûreke ragihandinê ye; di heman demê de hawirdoreke derûnî ye ku raman tê de tê avakirin.

Di vê çarçoveyê de Kongra Star li akademiya şedîd Sîlan dewreyek perwerdehiya zimanê Kurdî kir.

Nêzî 30 jinên zasî û civakê ji bo fêrkirin û zêde pisporiya di zimanê dayikê de berê xwe dan Akademiya şehîd Şîlan û beşdarî perwerdê dibin.

Dê dewreya perwerdê 40 rojan li Akademiyê waneyên bingehîn û serekê werin pêşkêş kirin û dayîn. herwiha beşdaran destnîşan kirin ku bi armanca bilindkirina asta xwe ya zimanê dayikê berê xwe dane perwerdeyê da ku di jiyana xwe ya civakî û karên xwe yên di nav saziyan de hîn zêdetir bi awayê pisporiyê biaxivin.

Bi vê boneyê yek jin beşdaran Wehîde Silêman diyar kir ku asta ziman di dema borî de li vê derê dihat dayîn, lê li pêş me gelek astengî derdiketin ,ku ne dihate qebûlkirin em bawernamê bistînin , em bi gele zehmetiyan re rû bi rû dihatin.
Niha li tevahî dunyayê û Sûryê de erêkirin li ser bawernamê me û zimanê Kurdî hatiye kirin .
Niha em asta yekemîn dixwînin ji despêkê ve dest bi xwendinê dikin  da ku em zimanê xwe yê dayikê hîn xurttir bikin û bêş bixin.

Wehîde Silêman,destnîşan kir û got,Pêwîste em bi zimanê dayikê di her tiştî de bixwînin , bikarbînin û binvîsin .
Dema ku zimanê me yê dayikê tune be wê demê tê wateya hebûna me jî pê re tune dibin .

Wehîde di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku zimanê dayikê tê wateya nasnameya gelan ,û bang li tevahî ciwan,û jinan kir ku bi zimanê dayikê fêrî hertiştî bibin û di zimanê kurdî de xwe pêş bixin ji ber ku zimanê dayikê hebûna mirovan e.

Di heman çarçoveyê de endama Mala Jin jî Zeyneb Mamo nirxand û got, ku ew jî yek ji xwendevanên zimanê dayikê ye ,îşaret bi ev çend rojên ku perwerde destpê kiriye kir û da zanî ku , li vir ev 4 rojin perwerdeya zimanê Kurdî li Akademiya şehîd Şîlan despê kiriye,û wiha pê de çû herkes ,ji dayikan bigre ta keçan herwiha yên di sazî û malan de dikarin ,û divê têkoşîna wê bidin bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.

Zeyneb bibîrxist, ku di demên borî de zimanê Erebî dixwend ji ber ku zimanê me qedexe kirinûn niha em azad û serbest êdî dikarin bi zimanê dayika xwe bixwînin û fêr bikin .
Em dixwazin her kesekî Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve û careke din di bin zimanê biyanî de hebûn û nasnameya xwe neyên windakirin.

Beşdarên fêrbûna zimanê Kurdî bi hêviya ku herkes xwedî li zimanê dayikê derkeve xwedina xwe deman dikin.

Related Articles

Back to top button