
Li bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Sûrî û Koma Projeyên biçûk, pêşangeha destkarî û pîşeyên jinan a bi navê “ Tiliyên Afirîner” hat vekirin. Di vê pêşangeha ku wê du rojan berdewma bike de, bi dehan jin û xwediyên projeyên biçûk beşdar bûne.
Beşdaran bal kişandin ser amadebûna jinan di qada aborî de û tekez kirin ku ev qad êdî ne tiştekî marjînal e, lê belê bûye herêmeke bingehîn a hilberîn û pêşketina jinan. Pêşangeh fersendeke girîng e ji bo danasîna hilberînên wan ên wekî cilên folklorî, neqş, şêwakarî û destkariyan, ku tevî hemû zehmetiyan bi daxwazeke mezin hatine çêkirin, hat pêşandan.
Rêvebera Meclîlsa Jinên Sûrî ,Muna Yûsif di axaftina vekirinê de diyar kir ku jinan di salên dawî de şayana xwe ya derbaskirina astengiyan îsbat kiriye û bûne şirîkên sereke yên avakirina civakê. Her wiha destnîşan kir ku meclîs bi rêya hembêzkirina van destpêşxeyariyan di piştgiriya aborî, civakî û çandî ya jinan de, berdewam e.
Muna di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev projeyên biçûk ne tenê çavkaniyekî dahatê ne, lê belê qad û derfeteke ji bo bixwebaweriya jinan û serxwebûna wan a aborî di diparêzin.
Pêşangeh bi berhemên xwe yên çandî û hunerî ku nasnameya herêmê nîşan dide, dewlemend bû. Her wiha çalakî tenê bi firotin û nîşandana kelûpelan bi sînor nîne. Lê belê ji bo afirandina sînerjiyekê di navbera malbatan û beşdaran de, bernameyên şahiyê û pêşbaziyên taybet ji bo zarokan jî hatine amadekirin. Jinên beşdar diyar dikin ku ev afirîneriya wan dê rê li ber pêşerojeke hîn geştir û wekhevtir jî veke.




