CivînNûçeSlide

” xwezî ji canê min buhatir tiştek heba minê diyarî Rêbertî û gelê xwe bikra”

Li kampa Serê Kaniyê Jina ku bû sembola jiyana azad û lêgera azadiyê bi fedayetiya xwe ya bê hempa di 30'emîn salvegera şehadeta wê de hate bibîranîn.

Dibe ku ne Zîlan yekem jin bû ku ev qehremantî kir lê bi hezaran li oey şopa zîlanê canê xwe feda kirin .
Bi vê boneyê îro li kampa Serêkaniyê bi dehan xelk beşdarî 30’mîn Salvegera şehadeta Jina azad Zeyneb Kinaci bûn
Di kampê de semînerek têkildarî jiyan û armanca jiyana Zeyneb Kinaci Hate dayîn
Di semînerê de rêvebera Kampan Gulîstan Efrîn Axivî û wiha got.

Dema ku rêber Abdullah Ocalan li Şamê bû li wê derê dewleta Tirk û îstxbaratê Sûrî û ya Tirkiyê erebeyekî mezin bombebarkirî li ber Akademiya me ya rêxistinê xwe teqand ji ber qem tensîqiyetê kem zerar di wê teqînê de rû da
Komploya li ser serokatî dewame ji destpêka wê şoreşê ta roja îro komplo li ser rêber Abdullah Ocalan û tevgera me dewame
Di 1994’an de hevjînê heval Zîlan tê girtin di nava kar de ew jî di nava karê siyasî de bû hîs kit ku dê were girtin tevlî gerîla bû diçe 6 ‘mehan li çiya dimîne piştre pilansaziya xwe dike ku çalakiyekî bike di dema komkujiya Dersimê de di heman dîrokê de ji bo xwe guncaw dibîne .

Zîlan xwe wekî jina ducanî bombe kiriye her roj cihê çalakiya xwe keşf dike her roj jî pirtûka bi navê Çawa Bijîm dixwîne û dixwaze piştî ku bidawî bike bide hevaleke xwe .
Beriya ku biçe çalakiyê zindî tevlî televzyonê dibe ya Med TV dibêje hunê tiştinê pir baş û serkeftî bibhîzin serokatî jî guhdar dike di saet 5’ê êvarê derdikeve û diçe dibîne ku merasîmekî pir mezin heye bi navê komkujiya bajarê Dêrsimê Zilan li wir çalakiya xwe dipejirîne di heman roja ku komkujî di serê Kurdan de anîbûn.

Zîlan li wir rûdinê tevî barê xwe û leşker jî ketine toranê de prova dikin , li wir heval Mihemed Tunc heye ew heval hemû rêya çalakiye heval Zîlan dibîne.
Mihemed Tunc dibêje hîn min li defê dixist 5 metre di nava min û toranê leşkeran de hebûn , hema min dît jinekî wek teyrê Baz destê xwe vekir û bi aliyê me de hat ez jî dinêrim ka wê ev jin çi bike wek çavê min li pêlava wê ket û kebleyê elektrîkê dema dikeve nava komên leşkeran xwe diteqîne

Related Articles

Back to top button