GotarNûçeSlide

Zîlan rêber û pêşenga me ye

Asya Weşûkanî

Ey mirov: “Ya tê vegotin çîroka te ye.”

“Kêliya mirin bi bin ket,” kêliya jiyanê dest pê kiriye. Her tişt di wextê xwe de pêk tê û pêş dikeve. Weke tê zanîn Mezopotamya erdnîgariya herî pîroz û cihê heqîqeta mirovahiyê ye. Bexçê kulîlkên rojhilat û çemê rojê yê herikbar e. Hemû şer li vir dest pê dikin. Tevahî tarîtî li vir ronî dibin û ronahî derdikeve ser rûyê erdê. Ax, av, agir û roj; di “kêliya mirin bi bin ket,” de dara jiyanê mezin dibe. Li vir ax bi xwînê tê avdan! Rehên lêgerîna dîrokî ya civakê ya wekhevî, heqîqet û azadiyê li vir veşartî ye. Tê zanîn ku şûrê edaletê yê gelan li dijî koletî û dagirkeriyê ji av û rojê tûjtir e. Pirtûka pîroz dibêje, “Destpêkê gotin hebû.” Gotin; Carekê ji dev derdikeve û digihîje stêrkên rûmetê. Careke din nikarî paşde bînî. Wan ji bo avakirina jiyana azad soz dabûn mirovahiyê, gelên mezlûm û mirovên azadîxwaz. Gotin; di vê erdnîgariyê de heqîqet, azadî, hezkirin û rûmeta mirov îfade dike.

Efsûna gotinê, di şer de bi awayekî qehremanî hembêzkirina mirinê ye. Gotin; çirûska ji çakûçê Kawayê Hesinkar derdikeve ye. Lêgerîna azadiyê ya Zerdeşt û Manî ye. Gotina, Xellacê Mensûr e ku di oxira heqîqetê de zindî zindî çermê wî hat rakirin. Babek e ku weke alekê bi darê îdamê ve dihejiya. Hezkirina Derwêşê Evdê û Edûlê ye ku navdar dibe. Biryardariya heval Mehmed Sevgat e ku got: “Gotin rûmet e. Em nahêlin rûmet were binpêkirin.” Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz e. Mazlûm Dogan e ku di tarîtiya girtîgehê de, bi ruh û baweriya Newrozê sê darikên kîbrîtê şewitand. Xeyrî, Kemal, Elî û Akîf e ku di germahiya Tîrmehê de, li dijî xiyanet û teslîmiyetê bi dirûşma “Azadiyê” canê xwe ji mirinê re razandin. Ew agirê ku Çaran li laşê xwe pêçaye.

Gotin ew e ku şervanên azadiyê li dijî çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê ji bo parastina Kurd, Ereb, Asûrî, Turkmen û hemû gelên mezlûm bi ruhê fedaî şer kirin û ketin axê. Gotin; taybetmendiya mirov e. Mirov weke zarokê pêşketina dîrokê û civakan xwediyê gotinê ye. Ew şervanên qehreman û mezin li dijî hovîtî, wehşet û dagirkeriya çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê û hevkarên wan gotin bilind kirin û ala azadiyê rakirin asta herî bilind. Ey xwendevan, rewşenbîr û kesên zana pirtûkên Rêber Apo di destê we de ne. Bixwînin û bi hizirin da ku hûn fêm bikin, bêjin û pêk  bînin. Ji bo mirov bibe layiqî wan şêrejin, mêrxas û qehremanan, di têkoşîna xwe de wan bidin jiyîn û li mîrateya wan xwedî derkevin, divê em xwe pêş bixin.  Wan lehengan di “kêliya ku mirin bi bin ket de,” serpêhatiya deng, bêhn û berxwedana mirovên bi rûmet xêz kirin û bûn stêrkên li asîman.

Bi sedan şêrejin û mêrxasên çiyayî bi çelengî û bedewî li pey armanca azadiyê meşiyan. Bi bawerî û wêrekî çeteyên DAÎŞ’ ê têk birin. Bi tîpên zêrîn di rûpelên destana Apoyî de cih girtin. Ev destan û çîroka herî rast a jiyana mirovên bedew û wêrek e ku xwe fedayî azadiyê kirine. Di wan destanên kêliya ku mirin bi binket de tiştên îro li Rojhilata Navîn tên jiyîn, belgeyên roja me ya îro ne. Ev qehremanên navê wan di destanan de derbas dibe şervan û milîtanên fedaî yên dema me ne. Ew kes in ku yekser bi canê xwe û xwîna xwe dîroka gelê Kurd ava kirine. Di wê dema tarî û kaosa ku mirovahî tê de ye, wan mirovên bedew, baş û qehreman xwe kirin topek ji agir û di singa dijmin de teqiyan.

Wan berxwedêr û şoreşger bi kar, xebat, şer û çalakiyên xwe bûn serkeş û rêber. Ji şerên mezin re bûn bersivên herî bi heybet. Keça Kurd a wêrek û bedew heval û xwedawend Zîlan Dêrsim bi çalakiya xwe, bingehê pergala neyar hejand û di wê serdemê de taktîka şerê gerîla ya herî serkeftî pêk anî. Gaveke pir mezin û bi bandor avêt ku dost û dijmin tev matmayî man. Xwedawend û hevrê Zîlan Dêrsim (Zeyneb Kinaci) bi bîr û baweriya xwe ya bi rizgariya gelê Kurd, tevgeriya û berê xwe da nav şoreşê. Ji dil û can kar û xebat meşand. Qehreman û fermandar Zîlan dema ferq kir ku li ser Rêber Apo êrîş heye, yekser rapora xwe nivîsand û amadekariyên çalakiya bersivdayînê kir. Hevrê û xwedawend Zîlan ji xwe bawer bû.

Xwedawend Zîlan çalakiya xwe bi xwe plan kir, berê xwe da dergehên dijmin da ku çalakiya xwe ya dîrokî pêk bîne. Zîlan çalakiya xwe ya fedaiyane pêk anî û gihişt merteba herî bilind ya şehadetê.. Hevrê û xwedawend Zîlan xwe di hedef û armanca xwe de xwe kilît kiribû. Di wê pêvajoyê de tavilê fêm kiribî ku dijmin bi Komploya 6’ê Gulana 1996’an dixwaze Rêbertî bike armanc. Ji ber vê dikeve nava tevgerê û plana çalakiyê çêdike. Bi rêya raporekê ji rêxistinê re pêşniyara xwe dike. Hevala Zîlan dikeve nav tevgerê û amadekariya çalakiya xwe dike. Dibe ku gelek kesan bawer nedikir  wê hevala Zîlan çalakiyeke wiha pir mezin û bi bandor bike. Lê xwedawend Zîlan ji her kesî re bû bersiv û serkeftin qezenc kir.

Xwedawend û hevrê Zîlan bi rengekî pir xurt û bi biryar bi çalakiya xwe her kes matmayî hişt. Navê xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê nivîsand û bi çalakiya xwe deng veda. Hevrê Zîlan ji bo sozdariya xwe ya bi Rêber Apo re pêk bîne, hewl daneke pir mezin da. Hevrê û xwedawenda serdemê Zîlan, çalakiya xwe bi rengekî serkeftî pêk tîne û ji her kesên azadîxwaz re dibe pêşeng û serkeş. Hevrê û xwedawend Zîlan ji bo bi çalakiya xwe ya bi nav û deng rabe û erka xwe ya hevaltiya bi Rêber Apo re pêk bîne kêferateke pir mezin dike. Bi rojan li ser tesbîta cihê çalakiya xwe dahûrandin dike û dixebite. Hevrê û xwedawend Zîlan ji bo çalakiya xwe pir bi ziravî û bi hûrgilî amadekariyan dike û qet nahêle ku ruhê dijmin jî pê bihise.

Leheng û qehreman Zîlan ji hevrê û gelê xwe re bû nimûneya hevaltiya herî rast. Xwedawend Zîlan ji bo hemû jinan jî bû xeta azadiyê. Têkoşîna ji bo rizgariya jinên Kurd hişt ku jin hîn zêdetir bi xwe bawer bin û hemû jinên cîhanê pîvan û rêgezên hevgirtin û hevdu parastinê pêk bînin. Ew jina çeleng û qehreman ji bo Rêberê xwe bû parêzvan û rêya têkoşîna serkeftinê vekir. Rêber Apo bi wê mezinahî û ezameta xwe got, “Zîlan rêber û serkêşa me ye.” Ev jî kesayet û hêza biryarê ya xwedawend Zîlan dide nîşandan. Em jî şagirt û şervanên azadiyê yên Zîlan in. Em ê li ser xeta wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê xwedawenda xwe Zîlan her bidin jiyîn û li ser şopa wê bimeşin.

Related Articles

Back to top button