CivînNûçeSlide

Kongra Star li Til Temirê Şehîd Zîlan bibîranîn

Têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) di salvegera şehadeta xwe ya 30‘emîn de Til Temirê hat bibîranîn.

Kongra Star bi boneya salvegera 30‘emîn a şehadeta têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) civeke bîranînê li Til Temirê li dar xist.

Kongra Star li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir çalakiya bîranîna şehîd Zîlan bi rêxistin kir.

Di çalakiyê de endama rêveber a  Kongra Star Peyman Efrîn axivî. Di axaftina xwe de behsa têkoşîn û jiyana şehîd Zîlan kir. Her wiha Peyman Efrîn naveroka nameya şehîd Zîlan vegot û behsa şert û mercên sala 1996`an kir.

Di dawiyê de sînevizyon li ser jiyana şehîd Zîlan hat temaşekirin.

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 10`ê Tebaxê sala 1972`an li gundê Almalî yê girêdayî Melatiya jidayîk bûye. Fakûlteya zanista derûnî li zanîngeha Înono ya Melatiya xwendiye. Sala 1994`an li bajarê Edena yê Tirkiyeyê dest bi xebatê dike û fermî sala 1995 tev li Tevgera Azadiyê bû û derbasî herêma Dêrsimê bû.

6`ê Gulana 1996`an li Şamê hewla hedefkirina Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn. Têkoşer Zîlan wekî bersiv li hemberî vê hewldanê di 30‘ê Hezîrana 1996`an de çalakiyek fedaî pêk anî.

Related Articles

Back to top button