
Kongra Star li Qamişlo îro li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, bi boneya salvegera 30`mîn a şehadeta têkoşer Zîlan (Zeynep Kinaci) çalakiya vêxistina mûman li dar xist.
Çalakiya ku, endamên Kongra Star, nûnerên saziyan û şêniyên bêjr beşdar bûn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.




