NûçeSlide

Rûken Ehmed: Divê jin xwe bi rêxistin bikin û tevlî pêvajoya siyasî bibin

Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirina Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed got “Eger serokê hikumeta demkî dikare beşeke endamên parlamentoya Sûriyeyê tayîn bike, ev yek dibe sedema paşguhkirin, zordarî û newekheviyê. Her wiha dê nûnertiya jinan di parlamentoyê de lawaz be. Ez bang li jinan dikim ku xwe baştir bi rêxistin bikin û tev li pêvajoya siyasî bibin.

Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirina Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed rewşa jinên Sûriyeyê a di pêvajoya veguhêz de nirxand û got divê destûra Sûriyeyê ji nû ve were nivîsandin û di destûrê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û mafên jinan werin parastin.

Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de behsa destûrê kir ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatiye nivîsandin û got destûr koledarî û paşguhkirinê ferz dike. Ev destûr ji aliyê komîteyeke têkildar ve hatiye nivîsandin û hêzên jinan û pêkhateyên Sûriyeyê di nivîsandina vê destûrê de cihê xwe negirtiye.

Ji bo naveroka destûrê hikumeta demkî ragihandiye Rûken Ehmed wiha axivî: “Di madeya 10`emîn de dibêjin hemû welatî wekhev in û cudahî di navbera jin û mêran de nîn e, lê ev biryar ji bo navendên biryarê yên rayedarên hikumeta demkî ne derbasdar e. Ji bo hedef û mafên jinên Sûriyeyê di rastiyê de tiştek nîn e, di parlamentoyê Sûriyeyê û hikumeta demkî de hebûna jinan gelekî kêm e.

‘MEKANÎZMAYÊN HEYÎ CIH NADIN JINAN’

Di mekanîzmayên rêvebirinê de diyar dibe ku madeyên di destûrê de hatine nivîsandin garantiya wekhevî, nûnertiya siyasî û parastina qanûnî nadin. Di madeya 24’an a destûra Sûriyeyê de serokê Sûriyeyê û desteyên ji aliyê komîteya serok ve hatine hilbijartin, endamên parlamentoya Sûriyeyê tayîn dikin. Di vê mekanîzmayê de kotaya jinan gelekî kêm tê diyarkirin û jin ji aliyê serok û wan desteyan ve têne tayînkirin.”

‘DI QANÛNAN DE CUDAHÎ DI NAVBERA JIN Û MÊRAN DE HEYE’

Ji bo parastina yasayî û rewşa kesayetî ya jinan Rûken Ehmed got di madeya 3‘yan de tê gotin ku qanûn li ser bingeha olê têne diyarkirin, ev yek îsbat dike ku di qanûnan de di mijara zewac, berdan, mîras û xwedîkirina zarokan de cudahiyê dixin navbera jin û mêran. Her wiha di destûrê de qanûna sivîl nîn e ku parastina jinan ji tundî û zayendperestiyê bike.

Rûken Ehmed anî ziman ku pirsgirêk di qanûn û mekanîzmayên pêkanînê de hene û wiha got: “Di destûra Sûriyeyê de gelek derfet dane serokê dewletê û dikare bi tena xwe biryaran bide. Ji bo jinan jî di destûrê de makanîzmayên qanûnî nîn in. Ji ber vê yekê talûkeyeke mezin li ser deskeftiyên jinan heye. Deskeftî û tecrubeyên dewlemend ên jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha di xetereyê de ne. Ev sîstem hewl dide jinan paşguh bike. Heke rêxistinên jinan ên serbixwe û meclisên jinan ên bikarin li ser asta neteweyî îradeya xwe ferz bikin nebin, dê madeyên erênî pêk neyên, ji ber şopandin nîn e û dad ne serbixwe ye. Her tişt di destê desthilatiya rêveber a veguhêz de ye û parlamento nikare wê kontrol bike. Dibe ku bi vê yekê re dîsa zordarî çêbe, jin û pêkhateyên sûriyeyî werin paşguhkirin. Her wiha pirsgirêka jinan tenê bi adet û kevneşopên civakî ve girê bidin.”

Rûken Ehmed diyar kir ku divê jin li hember vê yekê tê bikoşin, paşguhkirine qebûl nekin, li bendê nemînin ku hikumeta demkî mafên wan bide, divê jin xwe di meclis û saziyan de xweser bi rêxistin bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Rûken Ehmed wiha got: “Em tê bikoşin û li ser hikumeta demkî ferz bikin ku kotaya ji sedî 50 bidin jinan û jin wekhev bi mêran re cihê xwe di komîte û rêveberiyên herêmî de bigirin. Divê jin tê bikoşin heyanî ku hemû qanûnên zayendperest werin betalkirin û hevpeymana civakî ya demokratîk bê nivîsandin. Di hevpeymana civakî de divê garantiya edaletê bide, malbat demokratîk bibe, jin di aliyê aborî de serbixwe bin, kooperatîfan ava bikin û deskeftiyên xwe yên heyî biparêzin û bi pêş bixin.”

Related Articles

Back to top button