
Maurice Halbwachs, di berhema xwe ya bingehîn a bi navê Çarçoveyên Civakî yên Hafizeyê de, perspektîfeke şoreşgerî tîne ser têgihîştina hafizeyê. Halbwachs berevajî nêrîna kevneşopî ya ku hafizeyê wekî taybetmendiyeke takekesî û biyolojîk dibîne, tîne zimên ku bîranîn di nav çarçoveyên civakî de xwe ava dikin. Ev têgihîştin hem di bîranînên hişyarî de, hem jî di pêvajoyên xewnan de jî bi awayekî berbiçav xwe dide der. Xewn, her çiqas wekî cîhaneke ‘takekesî’ û ‘serbixwe’ bên dîtin jî, di rastiyê de bi normên civakî, ziman û serpêhatiyên me yên hevpar şêwe digirin.
Li gorî Halbwachs, dema mirov xewnekê dibîne, hewl dide wê bi têgih û normên civakî rave bike. Xewn, ne ji derveyî hişê me ne; berevajî wê, ew ji girêdanên civakî ne serbixwe ne. Bo ku xewn di hafizeya takekesan de bibe xwedî wateyekê, hafizeya hevpar û çarçoveyên civakî xwedî girîngiyekê ne. Di xewnan de têgihîştina dem û mekan bi awayekî kronolojîk an geometrîk naxebite. Mirov dikare di xewnekê de demên cuda yên jiyana xwe yan jî deverên dûrî hev, di heman cihî de bibîne. Ev tevliheviya di xewnan de, nîşaneya wê yekê ye ku bîranînên me yên civakî çawa di hişê me de bi hev ve girêdayî ne. Wexta ku em di xewna xwe de hevalekî zaroktiyê di dema niha de dibînin, ev nîşan dide ku hafizeya me ya civakî çawa îmajan li ser bingeha girêdanên civakî bi rêz dike. Cih û warên ku em dibînin, her tim bi rewşa civakî û hestên me re têkildar in. Mala zarokatiyê an jî parkeke ku em demeke dirêj li wir mane, îmajên xurt ên hafizeya me ne ku ji hêla civakê ve hatine watedarkirin. Lewma xewn, şanoya hafizeya hevpar in ku li ser takekesan bandora xwe dikin.
Di xewnan de em pir caran dibînin ku ziman ne birêkûpêk e; hevok kêm in, peyv bêwate ne yan jî rêzika wan têk çûye. Halbwachs ev rewşa zimanî ya di xewnan de dişibîne nexweşiya afaziyê. Çawa ku nexweşên afaziyê di rêzkirina hevokan û gihandina wateyê de zehmetiyan dikişînin, di xewnan de jî ziman bi heman awayî bi awayekî şikestî tevdigere. Ev rewş, nîşaneya bandora kûr a ziman li ser pêvajoyên zihnî ye. Ziman bo ku di navbera îmajên xewnan de girêdanek çêbibe, alîkar e. Di xewnan de, diyalogên ku tên kirin, her çiqas di asta hişyariyê de bêwate bin jî, nîşana têkiliyeke xurt a di navbera xewn û ziman de ne.
Di vî warî de, axaftinên navxweyî jî bandoreke rasterast li ser xewnan dikin. Xewn bi gelemperî bi axaftinên navxweyî re di têkiliyekê de ne. Guherînên ji nişkê ve yên ku di xewnan de çêdibin, bi leza axaftinên navxweyî ve girêdayî ne. Dema ku îmajek di xewnê de bi îmajeke din tê guhertin, ev nîşan dide ku ziman çawa bi binyadên zihnî re di hevahengiyê de dixebite. Halbwachs bi mînaka ceribandinên Henry Head ên li ser nexweşên afaziyê, nîşan dide ku wendabûna zimên çawa dibe sedema qelsbûna şiyana mirovan a sazkirina bîranînan û têkiliya wan a bi civakê re. Nexweşekî afaziyê nikare tiştekî ku dibîne bi nav bike yan jî hevokên watedar saz bike. Li gorî Halbwachs, ev rewş tenê xerabûneke zimanî nîn e; ev têkçûna kapasîteya takekes e ku bîranînên xwe di nav çarçoveyên civakî de bi cih bike. Wendabûna ziman, mirov ji hafizeya kolektîf qut dike û ew di nav bîranînên xwe de tenê dihêle.
Hafize ji diyardeyeke takekesî wêdetir, di çarçoveyên civakî de ji nû ve tê sazkirin. Bîranîn, fikr û raman bêyî çarçoveyên civakî nikarin bijîn. Çarçoveyên civakî derfetê didin mirovan ku rabirdûya xwe saz bikin, bîranînên xwe têxin rêzekê û wan bi awayekî watedar bînin bîra xwe. Îmaj û rûdanên ku em di xewnên xwe de dibînin, ew parçeyên serpêhatiyên me ne ku bi saya ziman û civakê wate dibin. Heger ev bîranîn bêyî çarçoveyên civakî bin, dê bi awayekî tevlihev û nediyar xwe bidin der. Di rewşa afaziyê de, bêpergaliyên zimanî û fikrî, wendabûna erkên çarçoveyên civakî derdixîne holê. Mirov bêyî hafizeya civakî nikare xwe bigihîne bîranînên xwe. Ziman û çarçoveyên civakî, ew pira navbera jiyana rojane û cîhana xewnan e ku hebûna me û bîranînên me bi rêz dike, wan watedar dike û me di nav civakê de zindî dihêle.
S.Aslan



