
19ê Tîrmehê di dîroka gelê Kurd û cîhanê de rojek taybet û dîrokî ye. 19ê Tîrmehê ji bo gelê kurd destpêka şoreşeke xwe avakirin û afirandinê ye. Şoreşa xwe parastin û rêxistinkirinê ye. Gelê kurd bi vê zanîn û kelecanê her sal Şoreşa 19ê Tîrmehê bi coş û kelecan pîroz dikin,îrojî şandeyek ji partiya yekîtiya demikratîk Pyd serdana navenda Kongra Star kir û ev roj bi hev re pîroz kirin.
herdû aliyan di hatina ba hev 14 saliyên şoreşê herwiha destkeftiyê ku kêlî bi kêlî ji bo wê berdêlên giranbuha hatine raberkirin ku bi saya keda Rêber Abdullah Ocalan ,herwiha keda gel ku ji hundurê her malekê kezeba xwe diyarî vê şoreşê kiriye,û di her destkeftiyê de jinan bi têkoşîna li hember her cure êrîş û zihniyeta desthilatdar bûne mertal û xwediyê têkoşînên bê hempa.
Lewra herdu aliyan ku ew soz û girêdana tevahiya gelê Rojavayê Kurdistanê ye ,ku ewê ji bo parastina van destkeftiya ji bo xwe ciyê rûmetê bigrin dest û ji bo van nirx û rûmetan berdêl çi dibin bila bibin ewê gav paşde neavêjin ,ji bilî têkkoşîn û berxwedanê wê tu rêyên din nasnekin.
Herwiha di dawiyê de şandeyê diyariya pîrozkirina 19ê Tîrmehê watedare pêşkêşî rêxistina Kongra Star kirin,endamên koordînasyona kongra star gelek şanaziya xwe bi hatina şandeyê re diyar kir .û soza xwedî derketina li şoreşa 19ê Tîrmehê da.




