Arşîv

Jinên Amûdê ji civaka navneteweyî daxwaz kirin ku Tirkiyê darizînin

Sedan jinên navçeya Amûdê di meşê de êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û ji civaka navneteweyî daxwaz kirin ku ji ber sûcên şer derheqê zarok û jinên li herêmê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve kirine, darizînin.

Çalakiyên gel ji bo nerazîbûna dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re didomin, gel xwepêşandan û meşên cuda li hemû herêman li dar dixe, îro jî sedan jinên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li darxistin, da ku dagirkeriya Tirkiyê û hevpeymana Rûsya – Tirkiyê şermezar bikin.

Jinan di meşê de pankartên li ser nivîsa “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, na ji hevpeymana Rûsya û Tirkiyê re, na ji qirkirina etnîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, bikeve dagirkeriya Tirkiyê” û wêniyên jin û zarokên qûrbaniyên dagirkeriya Tirkiyê û şervanên QSD`ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, hildan.

Meş ji çerxereya Jina Azad li navenda navçeya Amûdê dest pê kir, şênî li kolanên sereke meşiyan, paşê li qada Şengalê ya li başûrê navçeyê meş veguherî mîtîngê û dirûşmeyên redkirina dagirkeriya Tirkiyê û hevpeymana Rûsya û Tirkiyê berz kirin.

Şêwirmenda Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Dîlber Yûsif axivî û wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, da ku wê bike Efrîna duyemîn. Tunekirina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan pêk hatin û tiştê ku me li Girê Spî û Serêkaniyê dît û sûcên Tirkiyê û çeteyên wê û bikaranîna çekên qedexekirî, hemû mînakên ku armanca Tirkiyê qirkirina gel û koçberkirina wan e, ji ber vê yekê em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabe û Tirkiyê û çeteyên wê darizînin.”

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawî bû.

Back to top button