Arşîv

Roja yekemîn a Konferasna Jinelojiya bi dawî bû

Konferansa Yekemîn a Jineolojiya di roja xwe yekemîn de bi xwendina rapora xebatên 3 salên derbas bûyî û analîzên jinelojiya bi dawî bû.

Yekemîn Konferansa Jinelojiya li ser asta Bakurê Sûriyeyê vê sibehê li Navenda Çand û Huner a Dicle ya bajarê Dêrikê  dest pê kir. Nûnerên akademiyên Jinelojî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji Başûrê Kurdistanê Nûnerên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê (PJAK), ji Şengalê nûnerên Tevgera Azadiya jina Êzidî (TAJE) û ji Rojhilatê Kurdistanê Komlgera Jina Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) beşdarî konferansê bûn.

Di roja yekemîn a konferansê de axaftinan hatin kirin, senevizoyên li ser xebatên jinan û perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê Jinelojiya hate pêşkêşkirin, her wiha rapora xebatên 3 salên derbasbûyî û analîzên jinelojî hatin xwendin.

Bernameya konferansê dê sibe dewam bike.

Back to top button