Aborî

Komîteya Aborî ya Jinan hilberînên projeyên xwe daxistin sûkan

Komîteya Aborî ya Jinan a herêma Dêrikê hilberînên projeyên çandiniyê daxistin nava sûkan. Li aliyekî din berpirsa projeyê teqez kir ku pêkanîna mîna van projeyan dê pêwîstiya herêmê ji sebzeyên havînê peyda bike.

Komîteya Aborî ya Jinan a herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê, di demeke kin de gelek destkeftî bi dest xistin û projeyên xwe firehtir kirin ku gelek jin tê de dixebitin. Di vê dawiyê de hilberînên projeyên çandiniyê daxistin nava sûkan.

Komîteyê 7 hiktar pîvaz, 12 hiktar sîr, 3 hiktar bezalya, 2 hiktar baqil, 5 hiktar petat li gundên Kendal û Mele Merzê yên herêma Dêrikê çandin.

Beriya 8 mehan komîteyê dest bi projeyeke çandiniyê kir ku sebzeyên havîn û zivistanê biçîne. Ji bo wê 50 hiktar bi cureyên cuda mîna baqil, bezalya, pîvaz û sîr çandin. Her wiha petat jî çand ku cara yekemîn li herêmê tê çandin.

Komîteyî di mehekê de dest bi çinîna hilberînên bezalya, baqil û xes kir û daxist nava sûka Dêrikê.

Miqdara hilberîna bezalya mehane 18 ton û xes gihaşt 4 tonan. Heke pêwîstiya sûkên Dêrikê bi temamî hat dabînkirin, hilberîna zêde dê bişînin bajarên din.

Karker ku piraniya wan jin in bezalya, baqil û xes ji saetên sibehê ve û heta êvarê diçinin. Destheqa her yekê li gorî saetên kar di navbera 4 hezar û 5 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Di projeyê de 100 karkerên jin kar dikin.

Berpirsa projeyê Wedha Mihemed got: “Armanca sereke ya projeyê, peydakirina derfetên kar e, pêkanîna rêgeza xwetêkirinê û zêdekirina hilberîna xwecihî ya herêmê ye. Her wiha em dixwazin keysbaziya bazirganan bişkînin li gel pêla bihabûnê ya li herêmê û pêwîstiya herêmê ji sebzeyên havîn û zivistanê peyda bikin.”

(şx)

Back to top button