Siyaset

Li Tirbespiyê têkildarî xwekuştinê semînerek hate dayîn

Meclisa Jinan a Sûriyê, têkildarî xwekuştinê, sedemên wê û awayên bidawîkirina wê semînerek li navçeya Tirbespiyê da.

Di demên dawî de diyaredeya xwekuştinê zêde bûye. Li gorî derûnasan, aloziyên derûnî û aborî yên ku herêm pê re rû bi rû sedemên belavbûna vê diyardeyê ne.

Têkildarî vê diyardeyê Meclisa Jinan a Sûriyê semînerek li Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê organize kir. Di semînerê de sedemên xwekuştin, bandorên wê û rêbazên bi dawîkirina wê hatin nîqaşkirin.

Cîgira Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Yexnîk Kerbo û endamê meclisê Henan Şêxmûs semîner bi rê ve birin.

Di semînerê de sedemên xwekuştin hatin nirxandin.Hat gotin ku ji sedemên belavbûna diyardeya xwekuştinê, şerê taybet ku ajandeyên girêdayî hêzên herêmê li dijî ciwanên herêmê bi taybet didin meşandin, şer heyî, alozî, zextên derûnî, aborî û civakî ne.

Têkildarî bidawîkirina vê diyarderiyê de, hate diyarkirin ku divê şîret li kesên ku zehmetiya pirsgirêkan  û zextan dikişînin were kirin, her wiha perwerde werin dayîn da ku tundiya li malê û betalî sînordar bibe û hemleyên pênasekirina xeteriya xwekuştin werin destpêkirin.

ANHA

Back to top button