Afîş û LogoGalerî

Ji bo Federasyona Anarşîst a Ûrûgûayê:

Em wek Kongra Star silavên xwe yên şoreşgerî ji FAU (Federasyona Anarşîst a Ûrûgûayê) re dişînin û 65’e
mîn salvegera têkoşîna wan pîroz dikin. Têkoşîna we ya 65 salan tê wateya 65 salên berxwedanê.
Ew hêviyê dide me wexta em bibînin ku rûxmî dîktatoriya leşkerî û pêlên mezin ên zordariyê dijwar jî FAU
têkoşîna şoreşgerî berdewam dike. Em dizanin ku FAU bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye û endamên wan
ketine zindanan û jî şehîdê jî dibînin. Her wiha we pêdiviya domandina têkoşîna xwe ya li dijî îstîsmar û
zilma mezin da naz kir. Em berxwedana bi rûmet a ku ji destpêka mêtingeriyê ve li Ûrûgûayê tê meşandin, bi
bîr tînin.
Îro hêzên moderniteya kapîtalîst li dijî hemû hêzên demokratîk ên li dijî zilm û mêtîngeriyê tekoşîn dikin
şerekî topyekûn dimeşînin. Yekdestdariyên mezin ên desthilatdarî û aboriyê jiyana aborî û ekolojîk a gelek
civakan hilweşandiye. Gelê Ûrûgûayê, gelê Kurd û gelên din ên cîhanê rastî zilm û zordariya dijwar a hêzên
navneteweyî hatine.
Ji destpêka baviksalarî û şaristaniya kapîtalîst ku em ji hev qût nabînin, her tim dîroka şaristaniya demokratîk
jî heye. Li ser vê xeta şaristaniya demokratîk gel û bi taybetî jî jinên ku herî zêde ji aliyê pergalê ve tên
çewisandin, li dijî wê serî rakirine. Sîstema mêtinger ku xwe gihandiye hemû qadên jiyanê û ji gelek hiyerarşî
û komkirina hêzê ji netewe dewletên mezin heta şaneya herî biçûk a zilmê, malbata baviksalarî pêk tê, misoger
dike ku tu mirovî bêbandor û bê kontrola wê nemîne.
Li dijî vê yekê tekoşîn kirin bi awayekî radîkal jî tê wateya tekoşîna dijberiya her şêwe hiyerarşî û yekdestdariya
desthilatdariyê. Em bi rêzdarî nêzî keda mezin a têkoşîn û teoriya anarşîst tekoşîna hember pirskirina
hiyerarşî û zordestiya pergala dewletparêz dibin. Ji ber vê yekê em FAU jî weke yek ji hêzên demokratîk ên
ku li dijî kapîtalîzmê ku li ser bingehên baviksalarî ava bû ji bo wekhevî û demokrasiyê têdikoşin dinirxînin.
Di hemû têkoşînên azadiyê de girîng ku were zanîn ku bêyî navendkirina têkoşîna azadiya jinê ne pêkan e
ku xwe bigihînin civakek wekhev. Federasyona Anarşîst dixwaze bi çalakiyên xwe li hemberî statukoya heyî
alternatîfek ava bike û beşdarî têkoşînên rizgariya enternasyonalîst bûye û li Amerîkaya Latîn têkiliyên xurt
ava kiriye.
Li Kurdistanê jî tevgera azadiya Kurd li dijî faşîzm, baviksalarî û kapîtalîzmê têkoşînek ku zêdeyî 40 sal in dewam
dike, daye meşandin. Di vê têkoşînê de birêxistinkirina saziyên jinan ên xweser roleke sereke lîst û hate
zanîn ku koletiya jin bingeha her cureyên koletiyê e.
Avakirina rêxistina xweser ên jin îmkana ava kirina ku jin xwe azad biafirîne û di nava civakê de di têkoşîna
azadiyê de bibe pêşeng. Kongra Star jî bi vê hêz û ruhê ava bû û di şoreşa jin a li Rojava û Bakur û Rojhilatê
Sûriyê de rolek aktîf û girîng lîstiye. Îro li wir, di bin paradîgmaya konfederalîzma demokratîk de jin û hemû
komên civakî û etnîkî di rêveberiya xweser de bi awayekî wekhev û xweser beşdar dibin. Di têkoşîna xwe de
me naz kir ku li kêleka berxwedana leheng a hêzên leşkerî, hevgirtina navneteweyî yek ji çekên herî xurt in li
dijî dewletên dagirker e.
Rastiyea ku pergalên baviksalar her tim li dijî azadiyê derkevin, ji bo me tê wê wateyê ku ji bo parastina xwe
pêwîstiya rêxistinbûyin heye. Berxwedan li ku tê rêxistin kirin, li ku avahiyên xweparastinê yên domdar têne
avakirin bi ser dikeve. Girîng e jin di xweparastinê û pêkhateyên din de jî bi awayekî xweser xwe bi rêxistin
bikin.
Pêwendî:
[email protected]
womendefendrojava.net
Twitter: @starrcongress & @KongraStar
Facebook: Kongra Star Diplomacy
Instagram: @WomenDefend
Youtube: Women Defend Rojava
Em di wê baweriyê de ne ku helwesta hêzên yekbûyî yên hêzên şoreşger ên azadîxwaz, berxwedan û rêxistinbûna
wan wê sedsala 21. û pêvajoya dîroka me diyar bike.
Em di wê baweriyê de ne ku aştî û cîhanek bi edelet dê bi ser bikeve û armancên şoreşa we pêk werin. Ji ber
vê yekê divê ev salên tecrûbe bibe berdewamiya berxwedanê û ruhê têkoşîna me ya hevpar a navneteweyî û
hîn bilindtir bibe.
Li ser vê esasê, em 65 salên têkoşîna anarşîst, bi ruhê enternasyonalîst ku me bi hev ve girêdide, dîsa li hemû
endamên FAU pîroz dikin.
Silavên şoreşger ji Rojava
Kongra Star

Back to top button