Daxuyanî

Kongra Star bi boneya 1’ê Mijdarê salvegera heftemîn a Roja Kobanê ya Cîhanê pêşwazî dike

Bijî berxwedana Kobanê! Bijî berxwedana cîhanê ya li dijî kapîtalîzm, baviksalarî û faşîzmê!

Kongra Star bi boneya 1’ê Mijdarê salvegera heftemîn a Roja Kobanê ya Cîhanê pêşwazî dike. 7 sal berê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dorpêçkirin û êrîş kirin. Rewş bêhêvî dixuya, lê berxwedana bêhempa ya gelê Kobanê bi taybetî jinan bandorek mezin çêkir. Beşek din a berxwedanê li derveyî Kobanê pêk hat, gel û hêzên demokratîk ên li çar aliyê cîhanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê rabûn ser piyan. Berxwedana lehengî ya şervanên YPJ û YPG’ê û desteka ji çar aliyên cîhanê bû destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê. Ev ne tenê serkeftina Kobanî, serkeftina hemû cîhanê bû li hember terora DAIŞê ku metirsiyeke cîhanî ye. Her wiha maskeya derewîn a dewleta Tirk û piştgirî ya ji DAIŞ’ê re eşkere bûn. Dewleta Tirk hêvi dikir ku DAIŞ serbikeve ûKobanê û tevahiya Rojava ku qada şoreşa jinê ye bixe bin kontrola xwe û sîstema demokratîk û piralî ya li wir hatiye avakirin têk bibe.

Jin û YPJ’ê di parastina Kobanê de roleke pêşeng lîstin, weke Arîn Mîrkan ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de xwe teqand da ku pêşî li pêşveşûna wan bigire û rêhevalên xwe xelas bike. Bi çalakiyên xwe yên milîtanî û wêrek bû sembola berxwedanê. Çalakiya wê di têkoşînê de bû xala serketinê. Kobanê hat rizgarkirin û bajarê wêrankirî ji aliyê gel ji nû ve hat avakirin.

Têkçûna DAIŞ’ê û serkeftina YPG û YPJ’ê ji bo dewleta Tirk bû birîneke kûr.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide ku tiştê DAIŞ’ê li herêmê nekarî pêk bîne bi xwe pêk bîne û êrîşî Kobanê dike. Êrîş û gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina Kobanê gelek tundin.

Di 23’ê Hezîrana 2020’an de li Halincê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de 3 rêhevalên me, 3 endamên Kongra Star, 3 jinên ku jiyana xwe bi têkoşîna ji bo mafên jinan û demokrasiyê de derbas kirine şehîd bûn. Ev komkujî asta hovîtiya dewleta Tirk û êrîşên wê yên hedefkirî yên li ser jinan nîşan dide. Tişta ku em îro dibînin şahid bi gef û hewlên dagîrkirina hermên me û êrîşa bi firokeyên bê mirovan li ser sivîlan, ne tiştekî din e ji bilî hewldana tolhildana DAIŞê û têkbirina îradeya û moralê  gel.

Berxwedana li Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê sivîl berdewam dike. Di vê rojê de em bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz û hemû rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku li dora berxwedanê kom bibin û ji bo têkbirina hêzên faşîst, dîktator û bavikslar careke din rabin ser piyan.

 

Bijî berxwedana Kobanê!

Bijî berxwedana cîhanê ya li dijî kapîtalîzm, baviksalarî û faşîzmê!

Jin Jiyan Azadi!

Kongra Star

  1. Cotmeha 2021’an
Back to top button