Çalakî

Çalakiyên 25’ê Mijdarê bi panelên zanakirina mêr û jinan berdewam dikin

Ji rêzeçalakiyên tevgera jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kirine, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan panelek li dar xist.

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyên Kantona Efrîn, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, endamên sazî , meclisên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî li hola Mîtan a li navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bû

HESEKÊ 

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Kongreya Star bi hevkariya bi Komîteya Perwerdê ya kantona Heksekê û PYD’ê re semînerek da jinên bajarokê Til Mecdol ê li başûrê Hesekê û tê de bi dehan jin beşdar bûn.

MINBIC

Li Minbicê, Kombûna Jinên Zenobiya bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li xeta Farat a rojavayê Minbicê semînerek da.

Di semînerê de endamên saziyên taybet bi jinan, şêniyên xeta Farat ji jin û mêran beşdar bûn û di semînerê de gelek beşên bingehîn hatin şîrovekirin, ji wan jî sedem û şêweyên tundiyê û bandorên wê li dijî jinan.

KOBANÊ

Di heman çarçoveyê de, Koordînasyona Kongreya Star bi hevkariya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiyê li ser Jinan semînerek ji mêran re bi boneya 25’ê Mijdarê li navenda Meclisa Lihevanînê ya Kobanê bi rê ve bir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Firatê Bozan Xelîl bi xêrhatina beşdaran kir û teqez kir ku divê jin mafên xwe di civakê bi dest bixin.

Xelîl wiha domand: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek rol lîst. Her wiha banga sekna li hember şerê taybet kir.”

Li gorî tevgerên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 20’ê Mijdarê de ragihandiye, çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê dê heta 10’ê Kanûna bê berdewam bikin.

Back to top button