ArşîvDaxuyanî

Daxuyaniya kongra star ji bo raya giştî

Îro kongra star daxuyaniyek da raya giṣtî, daxwiyanî ji bo jinên girtî yên zindanan ku li ber xwe didin; daxuyanî li ber navenda kogra star- Rojava û bi tevlîbuna endamê koordînasyona kogra star û rêvebirên bajêr ve,  û ji aliyê Ibtisam endama kogra star a bajarê Qamişlo hat xwendin,

Daxuyanî ji bo raya giştî;

Polîtîkiya dewleta Tirk ya qirkirin û imhakirinê ya li ser gelê kurd dide meşandin berdewam e. Her çendî ku bi destê hikûmeta Tirk ya ji hemleya girtin û tesfiyekirinê hatin kirin bi destê AKP,ê ku hemû muxalefet û raya azad ku were li ser zimên hatin dîlgirtin , ev ne bes bû ku AKP,ê ji faşîzmê xwe xelas bike, ji tirsa nava dilê xwe ji her nerîna azad tecrîd kir û hemû şêwazên işkence li ser girtiyan da meşandin û hikmê domdar di zindanê de mayîn li ser da birîn. Em dizanin dewleta Tirk di hemû jiyanê de kirîzeke pir kûr jiyan dike. Her weha ji bo xwe bide jiyankirin hemû şêwazên nemirovî li ser gel dide meşandin da ku deng ji kesî dernekeve û îradeya gel biçewsîne û wan çavtirsandî bike, ji ber kiryarên ku dide meşandin li dijî hemû zagonên mafên mirovî ne. Lewma tecrîd li ser girtiyan hîn zêdetir dike û rê nade ku girtî malbatên xwe bibînin.

Rewşa girtiyan di xeteriyeke pir mezin de ye. Ji sala 2020,an heya niha 59 kes jiyana xwe ji dest dane, di mercên pir zor de jiyan dikin, her weha işkence, tecawiz, zext û zordarî li ser wan tê meşandin. Rewşa girtiyan bi nexweşî û tendirustiyên giran re rû bi rû ne, ne derfet û ne jî maf ji wan re nayê dayîn ku tedawiya xwe bikin, her weha hevalên jin yên siyasetmedar yên girtî yek ji wan parêzera Rêber Ebdela Ocelan Aysel Toglok e, dîsa Ayşe Gokan û hevala Leyla Guven ya berî niha li beramberî kiryarên dewleta Tirk ji girtiyan re bi taybet ji bo şkandina tecrîda li ser Rêbertiya me nêzî 200 rojan kete girava berçîbûnê. Îro dîsa bi bê mafî û bi pilan bi mebesta tesfîekirinê careke din dîl hatin girtin, lê rewşa wan ya tendirustî di xeteriyeke dijwar de ye û dixwazin di riya van pêşengê civakê de dengê gel bifetisînin, lewma di 28 cotmehê de 8 heval ketin girava berçîbûnê de ji bo ku li ser rewşa mirovahî ya girtiyan were seknandin. Lê di nav mihekê de 5 heval şehîd ketin, ev tişt xeteriyê li ser jiyana girtiyên din jî ava dike. Lewra pêwîstiya destwerdaneke lezgîn ji deverên têkildar ji saziyên mafên mirovan were kirin û hesabxwestinek were destpêkirin.

Ev  bê dengiya cîhanê rê vekiriye ji Erdoxan re da ku hemû zagonên mafê mirovan bin pê bike û diktatoriya xwe bimeşîne heya ku bighêje asta qirkirina gelan.

Em weke Kongira Star berxwedana zindanan nirxên herî pîroz dibînin, berxwedana ku Mezlûman, Sakîneyan, Kemal û Xeyriyan….dane meşandin û serî netewandine ji dijmin re, ew bûne çirûska hêviyan û rê li ber azadiyê vekirin û bûne henaseyeke ji bo gel û mirovahiyê. Her weha nexşereya berxwedana li himber Dehaqan xêz kirin.

Em careke din berxwedana we ya li himber faşîzmê ji bo pêkanîna jiyaneke birûmet, azad û demoqrat em destek û pîroz dikin û em dibêjin berxwedan jiyan e.

     Kongira Star

2021/12/27

 

 

Back to top button