bi xatirxwestina sala borî bi xêrhatina sala nû em Rêber APO û tevahiya jinan pîroz dikin sala borî weke hersal bi êş û şahiyên xwe ve bi ser cîhanê û mirovahiyê de xwe bihorand ,bi taybet jibo gelê me û tevhiya mirovahiyê bû ciyê qudreta hêz û tekoşînê, jibo ku kêliyek beriya kêliyê mirovahiyê û gelên dil şewat ku ev bû çend salin bi hesreta dîtina Rêbretiya xwene têdikoşin û jibo maf û nirxên xwe têdikoşin û bi her şeklê êş û azaran bi dilekî qewîn pêşwazî dikin û li hember sîstema desthilatdar şer dikin .
bi taybet jî jin jiberku ê ku di her kêliiyê de ji ruh û bedena wê tê perçekirin û çewisandin jine di duvre jî tevahiya civak, lewra a ku di her kêliyê de di nav hesret û bêrîkirina azadiyê de bi şer û tekoşîne vedigevize jin e. em weke Kongra Star bi xêrharina sala nû dikin û di serî de li Rêbertî ya me rêhevalê jinan pîroz dikin û tevahiya jinan ji serê çiyayan bigre heyanî binê zindanan û li tevahî jinên cîhanê em hestên xwe ê serkftin û azadiyê di sala nû de bi were par vedikin û pîroz dikin ku ticaran di navbera me jinan û serokatî de ne çiya ne jî dîwarên zindanan wê jibo rêhevaltiya me û parvekirina heyecan , tekoşîn ûhestên me nebe asteng û emê bi yek deng û yek qêrîna serkeftin bi hevre bejin wê ev sal jibo me tije hêviyên azadiya serkeftin û azadiya Rêbertî û tevahiya girtiyên zindanan be .
em wek Kongra star wek jinên ku bi hilma bayê azadiyê henaseya jiyanê digrin ji her qada ku jin dile wan jibo azadiyê lêdide em bi heyecanek mezin tevahiya jinan hemêz dikin û bi van hemêzkirinan em Rêbertiya xwe silav û hemêz dikin .