ArşîvDaxuyanî

Ji yekîtiyê ta kongr star pêşengtiya şoreşa jin û misogeriya deskeftiayn

 

Bi boneya salvegera 17,emÎn a demzrandina kongra star, Îro 14/ 1/ 2022  kongra star daxuyanÎyek da.

Di daxuyniyê de wiha hat gotin:

17,EMÎN ZAYÎNA DAYÎKA JİNAN

Bi hebûna kongra star jinên Rojavayê Kurdistanê , Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûn û xwebûna xwe misoger kirin , li ser zimanên jinan ev gotin her zindî ye.

Ji sarayan, fîdanan, leyleyan. Ji  sevê, pakizeyan, fatmeyan, ji  Gulê selmo ta yadê Eqîde, yadê Emîne , hebûn û zehra, Ji hevrÎn, amara, hind, seada, sosin û tolhildan.  pêşengên ku di meşa me ya tekoşîna azadiyê de , canê xwe feda kirin û bûn şehîd û sembola kongra star û bi wê têne nasîn û li ser şopa wan em meşa xwe ya azadiyê dewam dikin û em bibîr tînin.  salvegera 17,emîn ya damezirandina kongra star li giyanê wan pîroz dikin.

Kar û xebatekî bê hempa tê kirin ,bi danasîna kongra star û makanîzmeya karê xwe û armanca xwe ji vî kar û xebatî ji bo bıpêşxistina zanebûna jinan , xwedîderketina li  hemû jinan û rêxistinkirina wan, bi vî awayî kongra star ya ku berê bi  yekîtiya star dihatnskirin bi hemû hêza xwe xwest xwe bighîne tevahî jinan ji bo wê pêwîstî dît ku di kongreya xwe  ya şeşemîn de, di sala 2016 an de, xwe weke sîwana hemû jinan bi rêxistin bike , êdî nav û sîstem guhert , bi navê kongra star û rehendên heyî ve tevahî jinan hembêz dike .

Tekoşîn û berxwedana ku jinan di Rojavayê Kurdisatnê de  dane meşandin bi despêkirina şoreşê re, hişt ku cîhan erê bike ku şoreşa Rojavayê Kurdisatanê şoreşa jinan e, û ev şoreş bû qûbileta tevahî jinên ku ji azadiyê  re dilên wan lê dide. û dîtin ev nav jî xwe dispêre bingehekî ked  û rêxistinkirinek bi salan e.

Yek ji armancên me yên  stratejîk ku em di sal pêsiya xwe de bigirin dest  ew e, ku avakirina desûtrekî nû ji bo sûriye pêşerojê,  jin di wir de xwedî nasnameya xwe be, û tê de xwe bi cih bike,  Ji bo civakeke demokras bi riya hevpeymana civakî jin cihê xwe tê de bigirin,  bi rol û misyona xwe rabin, asta destek dayîna jinên ku li herêmên dagirkirî bilindkirin, jinên koçber yên Afrîn, Girê spî, Serê kaniyê, destek dayîna wan ji bo tekoşîna xwe berdewm bikin, ne tenê ev jinên ku li Ezaz, Cerablus, Bab di şert u mercên herî zehmet de jiyan dikin piştgirî bidin wan jinan.

Di  heman demê de,  û  Li ser bingehê ku tevahî jinan hembêz dike û piştgiriyê dide tevahiya rêxistinên jinan, ji bo parastina mafê jinan û pêkanîna edalet û wekheviyê di sîstema baviksalar de, ya ku cîhanê tevavî hukm dike, li gelek welatan li derve jî jinan bi xwe re bi rêxistin dike.

Her wiha berxwedana jinên Afxanistanê li hember deshilstdariya Talaban û berxwedaniya jinên Afrînê li hember dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de silav dikin û piştgirî didin berxwedaniya wan.

Meşa ku di oxira wê de, bedel bêne dayîn wê rihê israra dewamkirin û gîhaştin aramacan mezintir bibe .

 

 

Ji yekîtiyê ta kongr star pêşengtiya şoreşa jin û misogeriya deskeftiayn

Bijî berxwedana jinan li tevahî cîhanê

Şehîd namirin

Kordînasyona kongra star

14/01/2022

Back to top button