ArşîvÇalakîNûçe

desteya perwerdê li herêma Reqayê konferansa xwe li darxist

Di bin dirûșmeya” bi îradeyê û zanîna jinan emê pergala perwerdê ya yekgirtî ava bikin ” îro li Reqayê desteya perwerdê des bi konferansa xwe ya yekmîn kir.

Konfrans bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên sehîdan rawestiyan, herwiha Konfrans bi tevlîbûna  saziyên rêveberiya xweser, ofîsên jinan ,rêveberên desteya perwerdê  û kongra star dest bi bernameya xwe ya konferansê kir.

bi navê komîteya amedekar axaftin hat kirin komîteyê bi xêr hatina hemî mêvanan kir , behsa rol û pêșketina jinan li herêmê Bakûr û rojhilate sûriyê û di hemû astan de nirxand .

pașê bi nave kongra star koordînasiyona kongra star Remziya Mihemed axifî Remziya konfrans pîroz kir û her weha 8e adarê roja jinên kedkarê cîhanê li beşdarvanan û hemû jinên cîhanê  pîroz kir û behsa rola jin  ne tenê ji aliyê perwerdê ji hemû   aliyan ve kir .

Back to top button