ÇalakîNûçe

Li navçeya Girkê Legê û bajarokên wê dest bi hilbijartinên pêşwext ên hilbijartinên jin ên şaredariyan pêkhat

Destpêkirina hilbijartinên pêşwext ên hilbijartinên jinan ên şaredariyên li navçeya Girkê Legê û bajarokên wê

Ji bo hilbijartina namzedên xwe yên jin ku dê di hilbijartinên 30’ê Gulanê de dest pê bikin, kir
Sê sindoqên hilbijartina 8 namzedên jin li navçeya Girkê Legê li navenda Mala Jinê û bajarokên wê Arûr û Mustefawiyê yên li navenda Kongra Star destnîşan kirin
Di lîsteya namzedên Girkê Legê 8 namzetên jin cih girtin û deng bi vî rengî bûn:
Hevseroka komînê Eyşe Mistefa hejmara dengan: 49
Rêvebira Navenda Çand û Hunerê Rêva Murad, hejmara dengan: 23
Rêvebera Ciwanan Wadha Omer, hejmara dengan: 2
Komîteya Aborî ya Meclîsa navçeya Xebat Sıfo, hejmara dengan: 41
Cîgira hevseroka şaredariyê Mezgîn Golam Hejmara dengan: 27
Rêveberiya ofîsa cîbi cîkar a Şaredariya Bajarokan Mıstefawıyê xifşe xelef, Hejmara dengan: 43
Zozan Xelîl, Hejmara dengan: 75
Aziya Keleş, Hejmara dengan: 21
Di lîsteya namzedên jin ên bajarokê Arûr de du namzedên jin cıh dıgrın û hejmara dengan:
Emel Mihemed, hejmara dengan: 94
Mariya El-Hesen, hejmara dengan: 70
Li bajarokê Mustefawiyê du namzetên jin cıh dıgrın û hejmara dengan:
Nûra Omer, hejmara dengan: 33
Endama Komîteya Çand û Hunerê Lava Îbrahîm, hejmara dengan: 115
Proseya hilbijartinan demjimêr heştê sibê destpê kir û heta pêncê êvarî berdewam bû û piştî bidawîhatina proseya hilbijartinan, Komîteya Amadekar a Hilbijartinan ji bo hejmartina dengan û ragihandinê
Ji bo bidawîkirina hilbijartinên pêş wext bi daxuyaniya dawî û eşkerekirina yê serketî, daxuyanî li pêşiya Mala Jinê ya navçeya Girkê Legê bı zımanê kurdî ji aliyê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Girkê Legê Eyhan Mihemed ve hate xwendin. bi zimanê Erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Girkê Legê Zafa Badrû ve hate xwendin:
“Em weke tevgera jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinan cara yekem li navçeya Girkê Legê di 26’ê Nîsanê de hilbijartin pêk hatin Namzetên serketî yên navçe û bajarokan ev in:
Li navçeya Girkê Legê Zozan Xelîl 75 deng
Li bajarokê Arûr Emal Mihemed 94 deng
Li bajarokê Mustefawiyê Lava Îbrahîm 115 deng
Evan dengan bi dest xistin û yekem car jinan kesayet û îradeya xwe ferz kirin û hebûna xwe îspat kirin.

Back to top button