ArşîvDaxuyanî

Dayîkên şehîdan û gerîla: em hevkarî û îxaneta PDK’ ê şermezardikin

Îro dayîkên şehîdan û gerîla bi daxuyaniyekê şerê dwleta tirk, û alîgirên wê ve li ser heremên parastina mediya şermezarkirin, û hevkariya mala berzanî bi şerekî bê exlaqî pênasekirin.

Îro yekşem 1/5/2022 an, dayîkên şehîdan û gerîla bi daxuyaniyekê êrîşên dweleta tirk li ser gerîla şermezarkirin, herwiha soza piştgiriya gerîliyan dan, daxuyanî li goristana şehîdan a bajarê Qamîşlo, Delîl saroxan ji aliyê fînda hac ve bi zimanê kurdî hat xwendin.

 

 Daxuyaniyê weha destpêkir:Em weke dayîkên  şehîdan  Û dayîkên  gerîla  ev şerê kû dewleta tirk û alîgirê wê li ser  zap avaşîn werxelê  şêladizê   û metîna û heremên mediya bi giştî  operasyonên tund  û giran  ru bi ru dide û liber çavê dunyayê  mixabin bê dengiyeke kur heye,  her wiha,  îxaneta PDK  birêveberiya mala berezanî   weke şerekî bê exlaq em bi nav dikin.  Daxuyaniyê bang li  dayîkê gerîla û şehîdan  li başûrê kurdistanê kir, û weha got: banga me ji bo dayikên gerîla û şehîdan  li başûr û bakûrê kurdistanê  kû dakevin qadan û vê bê exlaqî Û îxanetê şermezar bikin  û lenet bikin  û biştgiriya zarokê xwe bikin  ji  ber kû em li hemberî şerê qirkirina kurdan tên û diserî de gelê başûr re ye,  û banga me ji dayîkê leşkerên  roj ku zarokên wan nekevin nav van pîlanê qirêj  û tevlî  îxanetê nebin.

 Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ev der kurdistane  xaka me ye  dîrok û çanda me ye  û gerîla yê me bi xwîna xwe  parastiye  û her ji bo gelê xwe şer bike û berxwe bide,  û soz dan ku wê her li pişta şervan û zarokên xwe bin  û dibê serkeftin ya me be ya H P G  be ya gelê berxwedêr be.

 Di heman demê de û di dawiya daxuyaniyê de ev hat gotin: emê hêza xwe xurt bikin  û wê zarokê me şervanê me milîtanê me  dagirkeriyê hilweşînin û faşîzmê têkbibin  ji bo biratiyê û mirovatiyê  wê her serkeftin ya gerîla be li zap, avaşîn, werxelê, metîna  û garê û li her derê.  

Berxwedan jiyane

Her bijÎ PKK.

HerbijÎ HPG.

HerbijÎ gerÎlayê berxwedêr.

HerbijÎ gelê sores  ger.

Her bijÎ rêber  Apo  xwediyê piroja  netewa  demÛqratÎk.

azadÎ jibo serokê me…

 daxuyanî bi siloganên bijî berxwedana gerîla bi dawî bû.

Back to top button