ArşîvDaxuyanîNûçe

25’mîn salvegera komkujiya Hewlêrê em carek din perpirsên vê komkujiyê şermezar dikin

Di 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê komkujiyek pêk hat. Bûyerên wê ji rêzê nebûn. Tevî ku çaryek sedsal di ser vê komkujiyê re derbas bûye jî, ku ji aliyê PDK û dewleta Tirk a dagirker a faşîst ve hate plankirin û meşandin, bûyerên qewimîn hîna ji bîr neçûne.

Bîranîna vê komkujiyê gelek bi şewate. Hestên ku ev buyera dîrokî bi me dide hîskirin, ew qasî dijwarin wijdanan her tim diêşîne. bi boneya salvegera vê komkujiyê kongra star daxuyaniyek da .

daxuyanî wihabû

Ji ragihandinê û raya giştî re

Bi boneya 25’mîn salvegera komkujiya Hewlêrê em carek din perpirsên vê komkujiyê şermezar dikin û şêhîdên vê qetlîamê ku bi destê PDK pêk hatiye bi bîr tînin.Pêvajoya ku qetlîama Hewlêrê pêk hatiye ne ji rêzê bû û pir jî dişibe roja me ya îro. 2 roj berî komkujiyê, di 14’ê Gulana 1997’an de Dewleta Tirk a dagirker operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên ARGK li Başûrê Kurdistanê de dabû destpêkirin. Tevî ku PDK tekez kiribû ku di vê operasyonê de bi tu awayî cih negre rojek şunde, di 16’ê Gulana 1997’an de bi komkujiya Hewlêrê bu beşeke operasyonê dewleta Tirk. Di vê rojê de li ser gelek navendên tevgera azadiyê Kurdistanê êrîşên çekdarî, bi çekên giran hatin pêk anîn. Di nav de bi dehan gerîlayên birîndar ku tedavî didîtin zêdetirî 80 kadro û dostên PKK bi destê PDK hatin qetil kirin. Piraniya wan bê çek bûn. Ji kesên ku di vê rojê de hatibûn dîl girtin carek din tu agahî nehatiye girtin. Di heman demê de 18 gerîla ku wek esîrên şer di zindanên PDK de bûn hatine kuştin.Ev komkujî wek peleke reş, wek şermeke mezin derbasî dîroka nûjen a Kurdistanê bûye. Bi dehan mîlîtan, fedaîyên doza gelê xwe û welatê xwe, ji destê hêzekê ku bi navê Kurdistanê tevdigere bi şiklekî hovane hatin qetil kirin. Ruxme ku 25 sal ser vê komkujiyê derbas bûne berpirsiyarên vê rûreşiyê hîn jî lêborîn nexwestin, hesabê qetlîamê nedane û termê şehîdan teslîm nekirine.Çawa ku PDK beriya 25 sal şirîkiya dewleta Tirk a dagirker kiriye îro jî heman rol dilîze. Di operasyonên dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Başûrê Kurdistanê, li ser Qadên Parastina Medyayê li aliyê dijminê gelê Kurd cihê xwe digre. Bi vî awayî pozîsyona xwe ya noker û hevkar dûbare dike. Diyar e ku heta ku hesabê komkujiya Hewlêrê ji PDK’ê ku îro nûnertiya xeta Kurdê hevkar dike, neyê dandin wê îxanet û nokerî her berdewam bike.Hevkariya PDK a îro di vê çarçoweyê de berdewamiya qetlîama Hewlêrê îfade dike. Ji bo ku hesabê komkujiyê were xwestin, lazim e îro têkoşîn li hemberî xayintiyê were bilind kirin. Wek Kongra Star em teqez dikin ku têkoşîna xwe li dijî hevkariyê bilind bikin û bang li hemû jinên Kurd dikin da ku helwesteke hevbeş û netewî nîşan bikin. Bîranîna şehîdan ji me têkoşîneke xurttir dixwaze. Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê avakirina yekitiya demokratîk a netewî ye.Di vê çarçoweyê de em careke din şehîdên komkujiya Hewlêrê bîr tînin û soza xwe ya têkoşînê û berxwedanê heya zaferê dubare dikin.

Koordînasyona Kongra Star

16 Gulana 2022

 

Back to top button