ArşîvDaxuyanîNûçe

Daxuyaniya Hêz û Rêxistinên Siyasî û Civakî Yên Bakur û Rojhilatî Sûriyê

Îro 4/6/2022 an hêz û partiyên siyasî  li navenda TEV DEM ê kongrekî raghandinê li darxistin

Di kongrê de daxuyaniyek hat xwendin û rojnemevanan pirsên xwe ji hêz û partiyan kirin li gorî pirsan red hatin kirin .

di daxuyaniye de ev hat raghandin :

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, dewleta Tirkiyeyê vê aloziyê li gorî berjewendiyên xwe bikar tîne, ji bo pêkanîna armancên xwe yên vegerandina Împaratoriya Osmanî û jinûve kontrolkirina çarenûs û pêşeroja gelan û zêdekirina metoda xwe ya dagirkeriyê, da ku nehêle pêşketinek di îradeya gelêrî de çêbibe ku armanc ji vê yekê jinûve avakirina civakê û jinûve avakirina biryara civakê ye.

Piştî destwerdan û guhertina aloziya Sûriyê û bikaranîna wê li gorî berjewendiyên xwe, Tirkiyeyê bi awayekî zanebûn di sala 2016`an de rasterast destwerdana Sûriyê bi rêya Cerablusê kir û piştre derbasî Bab û Ezazê bû. Îro Tirkiyeyê bi rêya çeteyên xwe û bikaranîna dosyaya terorê de nexasim DAIŞ, proje û berjewenidyên xwe yên siyasî li ser hesabê erdnîgariya Sûriyê û li ser hesabê gelê Sûriyê, pêk tîne.

Di van demên dawî de, Tirkiyeyê bi rêya Erdogan û rejîma wî ya faşîst dest bi propogandeya operasyoneke leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ku armanca xwe derbkirina aramiyê û rênedane pêşketina yekitî û hevgirtina gelan û pêkhateyên cûda li vê herêmê ye. Her wiha, armanc dike ku tevlîheviyê û bê aramiyê çêbike, da ku jinûve moralên rêxistina DAIŞ`ê yên têkçûyî taybet piştî bûyera li zindana Sina li Hesekê, vegerînê. Di heman demê de, Erdogan hewl dide li vê herêmê ya ku jê re dibêje “herêma ewle” ku armanc dike dagir bike, dixwaze guhartina nifûsê û nasnameya wê ya dîrokî pêk bîne û endizyariya wê ya nifûsê ya ku temenê xwe digihêje 10 hezaran sal, bi rêya bicihkirina kesên nenas û pêkanîna guhartina demografîk wekî ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û hemû herêmên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin pêk tîne, biguhire.

Ev proje metirsiyeke mezin e, ji ber ku projeyek rasteqîne ya qirkirinê ye ku bi hemû projeyên qirkirin û dagirkeriyê yên Tirkiyê li Sûriyê re têkildar e û armanca wê ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê metirsiyek mezin li ser Sûriyê û Iraqê û tevahiya herêmê ye. Her wiha, ev proje Sûriyeyê parçe dike û hewldanên çareserî û hevgirtina niştimanî asteng dike û metirsiyeke herêmî û navdewletî çêdike, di demeke de ku bersiva Erdogan a di destwerdana di hemû bûyer û dozan de, nayê dayîn. Her wiha, Erdogan bûyer û pêşketinên navdewletî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û NATO`yê ber bi berjewendiyên xwe yên kesayetî ve, dikişîne

Em wekî hêz û rêxistinên siyasî û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji pêkhateyan pêk tê Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û hemû pêkhateyên li ser van xalan piştrast dikin:

1-Redkirina hemû rengên dagirkeriyê û bicihkirinê û hemû kiryar û binpêkirinên Tirkiyeyê bi rêya dagirkiirina herêmêmên me û Sûriyeyê bi awayekî giştî, ku di nav de Tirkiyeyê kuştin, zindakirin, rewşê revandin û êşkenceyê û hemû kiryarên ku digihêjin asta qirkirina etînkî pêk tîne. Heta niha jî saziyên hiqûqî û qanûnî yên têkildar li hemberî van kiryaran bêdeng in. Her wiha, pêwîstî bi têkoşîneke niştimanî li dijî van projeyan heye û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî.

 

2- Ev projeya dagirkerî û bicihkirinê, metirsiyeke mezin e. Lewra, divê hemû hêzên niştimanî û hêzên ku yekitiya Sûriyê û aramiya wê dixwazin, bi yek destî li hember projeyên bi vî rengî yên ku ji aliyê Tirkên Osmanî ve hatine çêkirin û armanca wan jihevxistina Sûriyê û derbkirina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de ye, bisekinin. Di heman demê de, em piştrast dikin ku hêzên sûrî jî bi vê mijarê re têkildarî in û divê di vî warî de xwedî helwestên zelal bin, nexasim welatên Ereb, Komkara Erebî û Meclisa Hevkariya Kendavê, ku Sûriyê îro bi rêya Tirkiyeyê û projeyên wê parçekirinê, armaca parçekirinê ye.

3-Em bang li hemû hêzên çalak li Sûriyeyê û yên li ser rûyê erdê dikin ku bikevin tevgerê û li hemberî vê dijminahiya Tirkiyeyê bi helwestên zelal bisekinin, ku rê nedin gefan li aramiya herêmê bixe û tevlîheviyê û şeran çêbibin, her wiha hemû destkefiyên ku li dijî terorê di salên borî de bi rêya qurbaniya bi hezran ji xort û keçên me hatine bidestxistin, têk bibe.

4- Di heman demê de, em bang li saziyên navdewletî û hiqûqî dikin ji ber binpêkirina Tirkiyeyê ji qanûn, hevpeyman û peymanên navdewletî, di nav de koçberkirina bi darê zorê û bicihkirina kesên din û dagirkeriya wêranker, li peyî Tirkiyeyê bikevin û wê darizînin. Her wiha, em bang li hemû saziyên ku di warê azadî û demokrasiyê de dixebitin jî li hember van kiryarên Tirkiyeyê helwestên cidî û pratîkî nîşan bidin. Di heman demê de, em piştrast dikin ku pêwîst e hêz û saziyên sivîl û civakî xwedî roleke girîng bin û li hemberî vê dijminahiya Tirkiyeyê û hewldanên wê yên pêkanîna plan û projeyên wê yên gelekî xeternak, hevgirtineke xurt di navbera wan de hebê.

5-Em bang liu hemû aliyên ku piştgiriyê projeyên Tirkiyeyê dikin ku dev ji van helwestên xwe ber bidin û jinûve helwestên xwe berçavan re derbas bikin û metirsiyên projeyên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê û herêmê nas bikin.

Di dawiyê de, em weke pêkhate û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê israr dikin ku em ê li ser helwesteke zelal bin di parastina herêmên xwe de û rê nedin ku zirarê bidin destkeftiyên ku ji 11 salan ve di şoreşa demokratîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bidestxistin. Em ê bi hemû derfetên xwe û bi awayekî hevgirtî parastinê bikin û li dijî van projeyan bisekinin. Wekî ku çawa em li dijî DAIŞ û yên wekî wê sekinin yên ku hewl dan derbasî herêma me bibin da ku bikin çavkaniya komploya li dijî Sûriyeyê û yekitiya wê û li dijî pêşeroja gelê me. Çawa ku gelê me di tevahiya dema şoreşa demokratîk a Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, xwedî helwestên niştimanî bûn û li dijî hemû hewldanên tasfiye, qirkirin, înkar û çewisandinê têkoşîn kirin.

 

Hêz û partiyên îmze kirîn

  • Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD)
  • Partiya Kesk A Kurdistanî
  • Partiya Aşitiya Demokratîk ya Kurdistanî
  • Yekîtiya Lîberal A Kurdistanî
  • Partiya Komînîst Ya Kurdistanê
  • Partî Demokratî Kurdistan – Sûriya
  • Partiya Demokratîkî Kurd ya li Sûrî
  • Partiya Çep A Kurd Li Sûrî
  • Partiya Çep A Demokratîk Kurd li Sûrî
  • Partiya Kombona Kurd Ya Li Sûrî
  • Partiya Guhertina A Demokratîk A Kurdistanî
  • Partiya Nû Jen Ya Kurdistanî
  • Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê
  • Desteya Nîştimanî Ya Erebî
  • Partiya Modernît Û Demokrasiya Sûrî
  • Partiya Komarî Kurdistanî
  • Partiya Rêkeftina Demokratîkî Kurd Ya Sûrî
  • Tevgera Çaksazî – Sûrî
  • Partiya Aşorî A Demokratîk
  • Partiya Biratiya Kurdistan
  • Partiya Roj A Demokratîk Kurd Li Sûrî
  • Yekîtiya Niştimanî a Azad – Rojava
  • Tevgera Civaka Demoqrat
  • Kongira Star
  • Partiya Muhafizîn A Demokratîk
  • Partiya Tekoşîna Demokratîk
  • Şepêla Pêşerojê Ya Kurdî Li Sûrî
  • Partiya Demokratî A Kurdistanî – Rojava
  • Desteya Koordînasyona Neteweyî – Tevgera Guhertina Demokratîk
  • Partiya Yekîtiya Sûriyanî

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button