
îro 16,ê hezîeana 2022,an bi boneya salvegera şehadeta rêheval Sema Yuce ku di 17ê hezîrana 1997an ku di zindanên faşîzma dewleta tirk de bû bi çalakiya xwe a canbexşane bi agirê bedena xwe li dijî her cureyên paşverûtiyê xwe kire ronahî ji gelê bindest û xwe kire meşaleyek ji agir û bû find û çira ji tekoşîna jina azad re .
û daxuyanî wiha bû Bi boneya bîst û çaremîn salvegera şehadeta rêheval Sama, me dawet dike ku li ber mezinahiya şehadeta wê ya ku di çalakıya xwe ya fedaî de fıkra jina azad a ku ji xwelıyê xwe afirandiye, bitewînin. bedena wê xwebûneke azad a tijî cesaret û lehengiyê ye.Ji bo ku zincîrên zindanên faşîst ji laşê xwe qut bike û ber bi azadiyê ve biçe û tava ku di fikir û felsefeya Rêbertıyê de cih girtiye, hilbijart, yekem pêkaneya pratîkî ya hişmendî û kûrkirina îdeolojiya azadiya jinê bû.Li dijî zîhniyeta desthilatdar û li dijî polîtîkayên tinekirinê ku li dijî gelê Kurd û bi taybetî mafê jinê tê meşandin û polîtîkaya birçîbûn, koçberkirin û zindankirinê û li dora Rêbertî û felsefeya jiyana azad xwe bikin xeleka jı agir. Ew bi xwe re rû bi rû hiştin ku siyaseta sîxuriyê û teslîmiyetê li ser wan ferz bikin.Ev polîtîkaya ku heta roja me ya îro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hêzên ku destekê dide wê û hevkarên wê li dijî gelên herêmê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li bakurê rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê û li ser herêmên parastina rewa tê meşandin û bikaranîna çekên kîmyewî û koçkirina bi darê zorê ku bi binpêkirinên ku dike û şerê taybet ku tê lı ser herêmê dide meşandin hewl didin civakê ji cewhera wê vala bikin.Ruhê fedayî, berxwedan û fedekarıyê bi cangorîkirina şehîdên me yên bı nırx û giran buha û berxwedana şehîd Sama ku ji mezinahiya şehadetan û berxwedana lehengiyê ya li zindanên faşîzmê ku ji berxwedana Zekîya Alkan, Ronahî û bêrivanan îlham girtiye. û Zîlan hemû polîtîkayên înkarê yên li dijî vîna gelan û jinan bi agirê bedena xwe bişewitîne û girêdana xwe ya bi îdeolojiya Rêbertî, azadiya jinê re pêk anî.Em weke Kongra Star şehîd Sama bi bîr tînin û berxwedana wê ya leheng silav dikin û soza berdewamkirina têkoşînê û teqezkirina gotina wê ya “Di heman esman de du roj nabin” û Rêbertî di têkoşînê de ji me re mîrasek dîrokî hiştiye, ji bo azadiya jinê ku em li pêşberî berpirsyariyeke mezin a têkoşîna azadiyê ne.jıbo azadıya fîzîkî ya rêbertî û şikandina polîtîkaya tecrîdê ya li ser wî û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên faşîzma Tirk de tê meşandin û berxwedana leheng a gelê herêmê û jinan. ji bo îradeya azad li dijî hemû polîtîkayên qirkirin û şerê taybet ku hewl dide destkeftiyên pêşengiya jinan di xendekên berxwedanê û hemû qadên şer de bi dest xistiye têk bibe, hemû hewldanên dide ku van destkeftiyan têk bibe. Emê ji bo bidestxistina armanc û hêviyên şehîdên me yên azadî, ewlehî û aramiyê têdikoşin.
Bıjjî berxwedana jina azad
Azadiya fîzîkî jibo Rêbertî
Bijî berxwedana zindana
kordînasyona kongra star rojava
16.6.2022