ArşîvNûçe

KUşTINA JIN  XIYANETA  JIYANê YE

şehîdên Komkujiya Helincê û Kobanê û hemû şehîdên meha Hezîranê yên ku armanca wan  komkujiyan şikandina cesaret û vîna siyasî ya gelan û jinên têkoşerên azadiyê bûn

Salvegera şehadeta hersê rêhevalên şehîd Zehra Berkel ,hebûnmele xelîl û Emîna weysî ku di duyemîn salvegera şehadeta xwede hatin bibîranîn ,do di dîroka 22.6.2022 di seatên ber bi êvarî ve ji aliyê meclisa malbatên şehîdan û kongra star û tev demê ve li kobaniya berxwedanê li cihê komkujiya van hersê hevalan ku pêkhatibû mûm hatin vêxistin ,herwiha ji aliyê malabata şehîd Hebûn ve bavê rûheval hebûn Remezan şefîq axaftinek hat kirin di wê axaftinê de li ser wateya şehadetê herwiha li ser rastiya dagirkeriya dewleta tirk a ku bi her şêwazî êrîş tîne li ser gel û bi taybet li ser jinan ku di welatekî weke Rojavayê kurdistanê dijmin bi her awayî vîna gel û yekbûna jinan dixwaze bişkîne û ev pêşengiya jinan di şoreşa Rojava de kiriye bê wate bike û bê bandor bike em weke malbatên şehîdan bedel çi dibin bila bibin emê ticara paşde gav neavêjin daku em rê nedin dijminê xwe ku li ser destkeftiyên ku di rojavayê kurdistanê de bi saya gelek bedelên giran buha hatin bi destxistin heya serkeftinê emê rê nedin xayin û dagirkeran heya ku ruh di canê me de hebe,herwiha bavê Rêheval Hebûn di dawiya axaftina xwede ev anî ziman û got, em ticara bi dana berdêlan li ser vê xakê ne poşmanin em bi şehîdên xwe serbilindin û şehîdên me qubleya me ne .

Herwiha  îro 23ê hezîrana  2022an  duyemin salvegera hersê şehîdên jin ku beriya du salan di encama êrîşeke hewayî a balefirên dewleta tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarê kobaniya serhildêr di seatên sibê de meşeke girseyî  ji Gaziya  Helincê meş hate destpêkirin  meş ku ji aliyê kongra star ve hatibû bi rêxistinkirin di nava meşê de saziya malbatên şehîdan herwiha tevahiya saziyên rêveberiya xweser ,tev dem ,bi giştî saziyên sivîl û leşkerî cih girtin ,garwanê meşê bi duruşmeyên ,Jin jiyan azadî,bijî Rêbertî,bimre xiyanet,Bimere dagirkerî ,Kuştina jinan xiyaneta jiyanê ye. Bi van duruşmeyan girseyê bı kîn û hêrsa tolhildana şehîdan berê xwe dan cıhê komkujiyê ,bı gıhiştina gerwanê meşe li ber deriye kumkujiyê rawestiyan û berê dil û ruyên xwe dan bi alıyê ziyaretgehê -cıhê komkujiyê, li wir gırse  bi deqeyek rêzgirtinê lı ser cangoriyên azadıyê rawestiyan .

Dı nava meşêde şandeya ku jı herêma cizîrê ji kordînasyon û komîteyên kongra star, tev dem û saziya malbatên şehîdan û saziyên jin ê rêveberiya xweser  ku  berê xwe dabûn ber bi bajarê zehrayan ,hebûn û Emîneyan. Li ciyê ku meş lê rawestiya bû ji aliyê  kordînasyona kongra star Remziye Muhemed li ser wateya vê rojê û wateya şehadete din ava şoreşê axıfi û got” em şehîdên komkujiya helincê bi bîrtînin û di şexsê wan de em tevahiya şehîdan û şehîdên ku di kokujıyan de jıyana xwe jı dest dane em bı bîrtînin û bejnaxwe lı hember wan dıtewînin û wê şehîd herdem di dilê mede bijîn bê mirinin,

Herwiha Remzıye bal kışand ser polîtîkayên faşîzane a van êrîşan  ku ji parîsê heya bi cizîrê û heyanî helincê komkujiyên hovane li dijî vîn ,yekîtî û hêza jinan pêktêne ,lê bele ev êrîş îradeya jinan naşkîne ,herwıha îşaret bi wateya vê roja komkujıyê ku dı her 23ê hezîranê de em roja tekoşîna lı dıjî  komkujiya jinên siyasetmedar îlan dikin ,ku ev roj wê bibe rojeke cîhanî  jibo me jinan ku wê her kêlî tekoşîna me bilind bibe ,herçendî êrîş li ser me jinan zede bibin wê ewqasî hêz , vîn û israra me ya tekoşîna azadıyê bilind bibe ,herwiha Remzıye bı hêrsa tolhıldana rêhevalên xweyî jin hest û ramana xwe ya jıbo vê roja gıran wıha bi lêvkir û got emê şopdarê rêya hevalên xwebin lewra îro dengê zehra hebûn û emîneyan ne tenê li Helıncê li seranserî cîhan û bi taybetî li Rojavayê kurdistanê waye qêrîna jınan jıbo xurtkurtkirina tekoşîna azadiyê dighêje lutkeyan  û ev deng xwe dighîne heya bi çıyayên kurdistanê kul i wirjî îro jin li hember êrîşên dewleta dagirker bi hevkariya xiyanetê bi ser gerîlsyên meve diçe jibo şikandina hêza wan lê bı taybetî hêza jın YJA STAR bı hêza xwe ya bîrdozî şer dike û li ber xwe dide û tekoşîna jina azad bi serkeftinên xwe şahnaz û bilin dike  Remzıye Muhemed dı dawıya axaftına xwe de lı pêşberî bîranîna şehîdan soza xurtkırın û bilindkırına tekoşînê da .

Herwıha  lı ser navê saziya malbata şehîdan Sara Xelîl axaftinek bı boneya vê rojê kir û got ev hersê rêhevalên tekoşer jibo azadiya gel ,welat û tevahiya jinan têdikoşiyan lewra dı tekoşîna xwede herdem pêşengiya jinan kirin herwıha jıbo ku jınan zana bıkın û jı zıhnıyeta paşverû a zayendperest rizgar bikin bê westan  herdem dı nav şer û xebatê debûn,Sara wıha axaftına xwe bı dawîkir û got emê heya henaseya xwe ya dawî jibo azadıya jın lı ber xwe bıdın û tekoşîna xwe bilind bikin . piştî axaftinan jı alıyê şandeya ku jı herêma cızîrê tevlî meşe bibûn jı malbatên hersê cangoriyan re dıyarî pêşkêş kirin , piştre  girse derbasî hewşa yadê Emîne  cihê komkujiyê bûn û dı hewşê de mîrateya ku mabû çend odeyên ku ji ber êrîşê hılweşiyabûn ku dı nava wan odeyan de çend tişt ji bîranînê wan hersê hevalan mabû girse derbasî wan xırbeyan bûn û lı beranber her tıştekî ji bîranînê wan hevalan bejna xwe dıtewandın û tewaf dikırın û ew diramûsandin ,û meş bi durûşmeyên bilindkırına tekoşînê bi dawîbû.

 

Back to top button