ArşîvDaxuyanî

Daxuyanî Têkildarî Cezayê Dîsîplînê Yê Dawî Ya Li Ser Rêber Abdullah Ocalan

ınsıyatîfa azadıya Rêber Abdullah Ocalan A Sûrıyê

Ev cezayên dîsîplînê yên ku ji aliyê rayedarên Tirk ve tên dayîn, rewşa xirab a Tirkiyeyê û krîza di hemû aliyan de (aborî, siyasî û civakî) nîşan dide. Li gel şikestinên ku li pêşberî berxwedana yekîneyên gerîlayên qehreman û gelê Kurd ê sekna xwe ya bi azadiya xwe ve girêdayî dibîne. Li aliyê din em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk li Emraliyê bi Rêbertî re dikarin bên çareserkirin.

Rejîma Tirkiyê siyaset û pratîkekê ne weke dewleteke sazî û yasayî dişopîne, ew hemû pîvan, yasa, destûr û heta yasayên xwe û yên navdewletî binpê dike û mînaka herî baş tecrîda tam a li ser rêber Ocalan û cezayên dîsîplînê yên dubare dike. Ev jî Rewşa nefret û têkçûna rejîmeke faşîst a bêbext nîşan dide. Heta Serokên eşîr û qebîleyan jî hevsengtir û jîrtir tevdigerin û adet û exlaq ji xwe re esas digirin.

Cezayên wiha dê bandorê li vîn û helwesta rêberê efsanewî û dîrokî Ocalan neke. Herwiha Wê nikaribe îradeya gelê me û têkoşîna wî ya rewa ji bo azadî, demokrasî, edalet û rûmetê têk bibe. wê bi hevalên xwe re û di her cure demokrasî û hiqûqî de têkoşînê li her qadan mezin bike.

Em bang li hemû rêxistinên Ewropî, mirovahî û mafên mirovan dikin ku li hember van binpêkirinên derqanûnî û bêberpirsiyarî erkên xwe pêk bînin.

Insiyatîva Azadiya Rêber Abdullah Ocalan 27/6/2022

Back to top button