ArşîvÇalakî

Nûnertiya Kongra Star a Başûr ji bo salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê çalekiyek lidarxist

Nûnertiya Kongra Star a Başûr li Silêmaniyê ji bo salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê semînerek lidarxist. Di semînerê de bal hat kişandina ser rola jinan a di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de.

Di saetên êvarê de Nûnertiya Kongra Star a Başûr li ofîsa xwe ya Silêmaniyê bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê (19’ê Tîrmeh) semînerek lidarxist.

Di semînera ku gelek jin  amadebûn, bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê rawestiyan. Piştre peyama Kongra Star ji aliyê endama desteya rêveber ya nunertiyê Silava Silêman ve hat xwendin. Di peyamê de hat gotin, “Em dizanin sinorên destkird nikarin bandorê li ser dil û mejiyê me bike. Hûn kesayet û jinên Kurdistanê ne, ji bona wê li her cihek êşek hebe dilê we di êşe. Li her cihek êriş hebe hûn xwedî helwestin. Li her cihek berxwedan bi pêşkeve hûn dengê têkoşînê bilind dikin. Ev jî helwestek netewî ye.”

Piştre Nûnera Kongra Star Lêman Şiwêş jî axivî û got, “Di şoreşa 19’ê Tîrmehê de bingehê rêxistinbûna jina Kurd hebû. Ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe şoreş li ser wî bingehî çêbû ku armanca wê serkeftina îradeya jin û gelê Kurd bû. Cûdahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gel hemû şoreşên din ew e ku jin di şoreşa Rojava de nûnertiyê dikin. Ji berku şoreşa Rojava şoreşa jinê bû. Li beramberî hêzek tundrew wek DAIŞ’ê têkoşîn û berxwedaniyek bê hempa hat kirin.”

Ev yek jî bi îradeya jina azad pêkhat. Yek ji serkeftinan jî ji bo balkişandina cîhanê ya ji bo têkoşîna jina Kurd bû.”
Piştî axaftinan têkildarî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê sinevizyonek hat nîşandan û jinên tevlî semînerê bûn jî pîrozbahî li nûnertiya jinan ji bo şoreşa 19’tîrmehê kirin.

Back to top button