ArşîvNûçe

Roja duyemîn a Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişlo tê lidarxistin, berdewam dike.

Roja duyemîn a Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn ku li Zanîngeha Rojava ya Bajarê Qamişlo tê lidarxistin, berdewam dike.

 23.7.2022 Di roja duyemîn a forumê de jî bi dehan çalakvan, rêxistin,hunermed, siyasetmedar û rêveberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, enternasyonal ên ku ji welatên xwe bi rê ketin û berê xwe dan rojava di 10 salan de tev li şoreşê bûne.Li gorî bernameya forumê, wê îro werşeyên xebatê yên li ser ” rist û Pêşengiya jinan di guhartin û veguhertina civakî de”, “Têkoşîna jinan di qadên siyasî û hiqûqî”, “Pêdiviyên me ji bo pêşxistin, parastin û bi destxistina mafên jinan” û “Pêşde birina aboriya jin li hember siyaseta xizaniyê” werin lidarxistin û wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Fourm ji du rûniştinan pêk tê; ya yekemîn bi navnîşana “Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ve, bandora şoreşê li têkoşîna jin” e. Ev rûniştin wê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Îlham Metlî, endama tecemui a Jinan a Zenûbiya Nesrîn Hesen, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf û endama Komeleya Tûnisî ya Jinên Demokrat Selwa Qaîqa ve were birêvebirin.Di rûniştina duyemîn de jî dê endama Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen, endama Kongra Star Rûken Ehmed û aktîvîsta lubnanî Namir Bedredîn encamên fourmê û berspektîfên têkildarî plansazî û pêşerojê nîqaş bikin.

Wê di dawi de  Fourma Şoreşa Jin bi encamnameyekê têkildarî şoreş û têkoşîna jin bi dawî bibe.

 

Back to top button