ArşîvDaxuyanî

Kongra Star kobanê : êrîşên Dewleta tirk a faşîst li Maxmur, Zaxo, qamişlo, Amudê, Kobanê șermezarki

Îroj  Yekşem 24,7,2022 an  kongra star jibo șermezarkirina êrîşên ku li ser herêmê tên kirin li qada jina Azad daxuyanek da,kesên ku tevlî daxuyaniyê bûn ji hemî saziyan û dazgeha rêverberiya xweser, Kongra Star ,Tevgera ciwanên şoreşger ,Meclîsa malbatên şehîdan ,Meclîsa komîn , Desteya jin, Tevgera civaka Demokratîk Tev Dem ,û dayikên aşîtiyê , herwiha kesên ku beşdarî Daxuyaniyê bi bûn di destwande wêneyên şehîdan, û alên Kongra Star bilind kiribûn.Daxuyanî ji aliyê Rêverberiya Kongra Star Mizgîn Xelîl  ve hat xwedin .

daxuyanî wiha bû:

Li Kurdistanê bi dehan sale dı peşengtıya jinan de tekoşinek bênavber  tê meşandin. Şoreşa Rojava ya deh saliya xwe temam kir jî parceyek ji vê tekoşinê ye. Ev şoreş di peşengtiya jina Kurd de hate destpê kirin,dibe mizginî û li hemû cihanê belav dibe. Di serîde hêzên kurewî û deshilatdar li hember şoreşa jinê bi erîşan bersiv dan û xwestin bi destê DAİŞ şoreşa kûrdistanê asteng bikin û kurda qir bikin. Hêzên serdest bi vê riyê xwestin gelê kûrd mehkumê bindestiyê  bikin. Ji bo kû bikarin ev stratejîya xwe bi meşînin jinên Kurd kirin hedefa yekemîn. Di vê manê de bi sedan jinên kûrd û ereb hatin hedef girtin û di bazran de hatin firotin.

DAİŞ hêza xwe ya bingehîn û pişgirîya xwe jî ji dewleta Tirk a faşîst digirt. Bi destê dewlata Tirk a faşîst DAİŞ hat mezinkirin. Li hember ev hovîtîya DAİŞ’ê, yê serî netewand û bê hempa berxweda hêzên YPJ û YPG bu. Di pêşengtîya şervanên YPJ’ê de bi hezaran jinên kûrd li hember çeteyên DAİŞ’ê serkeftina şoreşa rojava mîsoger kirin. Bi gelemperî axa Rojavay kurdistanê ji destê çeteyên DAİŞ’ê hate rizgarkirin. Piştî kû DAİŞ têkçû li hember serkeftina şoreşa rojava, dewleta Tirk a faşîst ruyê xwe yê rast nîşan da û topyekûn erîşî şoreşê kir. Dewleta tirk bi hovîtîya xwe li hember gelê Kurd,  deh qat ji DAİŞ ê xirabtir kir. Bi taybet piştî 2017 dewleta Tirk hovîtiya DAİŞ girte ser milê xwe. Dewleta tirk a faşîst hovîtîya xwe bi rêya qanunên navnetewî meşrû dike. Yên li hember hovîtîya dewleta tirk bêdeng dimînin jî û çavê xwe ji vê hovîtîyê digrin hevkarê vê faşîzmêne.

Di nav 10 rojên dawî de Dewleta tirk a faşîst li Maxmur, Zaxo, qamişlo, Amudê, Kobanê  erîşên namerdane pêk anî û di encama van erîşan de dehan insanên me hatin șehîdxistin. Herî dawî di 22’ê tîrmehê li ser rêya qamişlo bi teyareyên bê mirov jinên kurd şervan û fermandarê mê hêja di encama ev êrîşên namerd de gîhîştin asta şahadetê. Di şexsê Fermandara hêja û qehreman șehîd  jîyan tolhildan Ş roj xabûr û Ş Barîn Botan de ked  mezin ji bo şoreşê hatibû  dayîn. Em wek jinên Kobanî û tevahî Rojava deyndarê ked û fedekariya van jinên çelengin. Ew bi wêrektîya xwe ji bo gelê rojava bûn mertal û ne hîştin destên neyaran bi gihîje axa me ya pîroz. Wek rêheval Berxwedan û Kendal ev jî bûn sembola şoreşa Rojava.

Em soz didin van şêhîdên xwe yên qehreman, emê tola wan li erdê nehêlin. Em bang li hemû jinên kûrd û tevahî jinan dikin werin, Emê bi pêşengtîya jinan, hêza gelê şoreşger rêxistin bikin û tola wan qehremanan hilênin. Ta faşîzma Dewleta Tirk erdêre bibe yek emê her tim ser pîya bin. Li ser vî esasî wê serkeftin ya gelê kurd û gelê heremê be û faşîzim têk biçe.

Daxuyanî b durușmeya.

Şehît namirin

Bıj berxwedana  YPJ

Bijî berxwedana jinan

Jin jîyan azadî

Bimire faşîzma Dewleta Tirk

Bijî Rêberî bi dawî bû.

 

Back to top button