Îro sibê, şandeke ji nûneratiya Kongra Star serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistan û endamên Yekîtîyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de rewş û geşedanên siyasî yên Rojavayî Kurdistanê , Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û êrîş û gefên Tirkiyê li ser herêmê, û hedef girtina pêşengên jin hat nîqaşkirin.
Her du aliyan tekezî li ser giringiya rola jinan di vê qonaxa hestiyar de û yekkirina helwêstên jinan li dijî dagirkeriyê, da ku destkeftiyên jinên Kurdistanê bi giştî biparêzin.