ArşîvDaxuyanî

bêdengiya raya giştî rê dide ku êrîşên dagirkeriyê hîn zêdetir bibe

Jibo șermezarkirina êrîșên dewleta Tirk a li ser tevahiya mirovahiyê bi bi teybetî zarokên bê guneh îro 20’ê tebaxa 2022 ji aliyê zarokan ve daxuyaniyek hat dayin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku ker û lal nemînin û rê li pêșiya êrîșên hewayî a li ser xaka me tê kirin û dibin asten ji leystok ,xewin û xeyalên me re. û daxuyanî wiha bû;

Daxuyanî ji raya giştî re

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Surî em  bi tûndî şermezar dikin.Di êrîşên dewleta tirk yên li ser herêma me de herî zêde zarok dibin hedef.Zarokên bê suç  yên ku   tenê lîstokên xwe dilîzin , diçin dibistanê dibin qurbana êrîşên dewleta Tirk.Herî dawî 4 zarokên  til temir li dibistanê bi hovane hatin şehît xistin.gelek zarok  birîndarbûne.ev êrîş li ser  xeyal û pêşeroja zarokê Bakur û Rojhilatê Suriyê ne .li hember van êrîşan hemû raya giştî ku ker û lal bûne.ev bêdengiya raya giştî rê dide ku êrîşên dagirkeriyê hîn zêdetir bibe. hemû cîhan pêwîste li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.em nehêlin zarokên me bibin qurbaniyên dagirkeriyê.pêwîste hêzên navnetewî u hemû kesên xwedî  wijdan dengê xwe bilind bikin û kuştinên zarokan qebûl nekin.pêwîste em li zarokên pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em dîsa   van êrîşan şermezar dikin û pêwîste em hemû li dijî van êrîşan rabin û bibin yek deng.bila qada ezmanî li dewleta Tirk were girtin.

Komîteya zarokan a qada civakî

20.08.2022

Back to top button