ArşîvDaxuyanî

‘Zarok darên jiyanê ne wan nebirin’ bi vê duruşmê li Şehba êrîş hatin protestokirin

Meclîsa jinan,Komîta zarokan, KPC- Demokratîk ya Herema Efrîn diyarkirin ku dewleta Tirk ya dagirker, pîvan û nirxên mirovahiyê , yase û mafên gelan binpê kir, zagon ,misogername û belgenameyên Netewên Yekbûyî piştguh dike, ev kiryar şermezar û protestokirin.

Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û gefên wê li ser Heremên Bakur û Rojhilatî  Sûrî zêdetir dibin, ev êrîş gelên heremê dike hedef û bi taybet jî zarokan, bi riya balefirên bê mirov bi çek bargkirî êrîşî dibistan û cihên ku sivîl lê dimînin dike, di encama wan êrîşan de 4 zarok şehîd bûn û 11 jî birîndarbûn.

Meeclîsa jinan ya herema Efrîn, komîta zarokan, meclîsa jinan ya malbatên şehîdan, KPC-Demokratîk, daxuyaniyek derbarê vî mijarî de ji raya giştî re dan.

Îro Yekşem 28/8/20222’an, lidibistana şehîd Egîd li Navçeya Şehba hat xwendin, bi beşdarbûna bi dehan ji zarokên kantonê,  zarokan wêneyên zarokên ku bûne qurbaniya komkujiyan, pankartên ku li ser weha hatbû nivîsandin ‘zarok darên jiyanê ne ne birin’,’ jiyankirin mafê me ye, mafê me nekujin’ rakiribûn, daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hat xwendin, bi zimanê Erebî ji aliyê Lara Mihemed Rêvebira komîta zaokan ve hat xwendin, bi zimanê Kurdî jî ji aliyê mamoste Evîn Dengelî ve hat xwendin.

Daxuyaniya meclîsa jinan ya Herema Efrînê di destpêkê de ev got:’Di demên herî dawî de dewleta Tirk ya dagirker, pîvan û nirxên mirovahiyê , yase û mafên gelan binpê kir û hemû zagon ,misogername û belgenameyên Netewên Yekbûyî piştguh dike, ev hemû kiryarên ku Dewleta Tirk pê radibe mîras û reftarên Îmbiratoriya Osmanî ya ku di dema hilweşandina xwe de gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen çi Kurd, Ereb, Ermem, Aşur û Suryan de pêkanîne, nîşan didin.’

Di derbarê zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ya dagirker de daxuyaniya meclisê weha domand ‘Dewleta Tirkiyê îro heman kiryaran  bi awayekî hovane li ser gelên me pêk tîne,  ji aliyê çandî, civakî, aborî û siyasî ve.

Bûeyrên herî dawî zarokên bajarê TilRifatê armanc girtin ku di encamê de çar şehîd û yazdeh brîndar ketin.  Armanca wan  gel bike qurbaniyên hişmendiya xwe ya qirêj.’

JİNÊN SİYASETMEDAR Û TEKOŞER TÊN HEDEFGİRTİN

Ji bo şikandina vîna jin û civakê êrîşên dewleta Tirk zêdedibn, meclisÊ ev êrîş bi êrîşên hovane pênasekir û protestokirin ‘Em jinên  Bakur û Rojhilatê Surî van kiryarên hovane yên Dewleta tirk ya faşîst bi taybet sucên hovane yên herî dawî li dijî jinên tekoşer û siyasetmedar, ew jinên ku ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve nûnertî û misogerîkirina vîna jin û civakê kirine, tundî şermezar û pirotesto dikin.’

Daxuyaniya meclîsa jinan ya herema Efrîn bi navê jinên Bakur û Rojhilatê suryayê bang li Rûsya û Emerîka yên ku hevpeymana agirbestê bi Tirkiyê re di sala 2019′ an de îmze kiriye, kirin ku rê li ber Tirkiyayê bigirin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin.’

Daxuyaniya ku hatî xwendin dîsa bang bang li Netewên Yekbûyî û civakên Navdewletî  kirku berpirsyariyên xwe bigirin ser milê xwe û dagirkirin û destwerdanên dewletaTirk di xaka Bakur û Rojhilatî Surî de  bi dawî bikin.’

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê Meclîsa Kongra Star a herema Efrînê ‘sersaxiyê ji xwe û malbatên şehîdên ku bûn qurbaniyên belafirên keşfê  xwastin soz dan ku li ser şop û xeta şehîdan bin ji ber ku ew rêberên tekoşînê ne.’

Daxuyanî bi siloganê ‘na ji kuştina zarokan re’, ‘bimire qatîlê zarokan’, ‘bijî berxwedana serdemê’ bi dawî bû.

Back to top button