ArşîvDaxuyanîNûçe

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê kuȘtia Jîna Emînî şermezar kir

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê kuȘtia Jîna Emînî şermezar kir û diyar kir ku jin ji bo bilindkirina tekoȘȋnȇ amade ne ku canê xwe ȗ çi berdȇl hebin wê bidin .
Kongra Star têkildarê kuȘtina jina ciwan ya ji Seqiza Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star kuȘtina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve şermezar kir, sersaxî ji malbata Emînî re xwest û hevxemiya xwe ragihand. ȗ daxuyanȋ wiha bȗ:

Di serȋ de bi navȇ hemȗ jinan ȗ meclisa Kongra Star a  Bakur ȗ Rojhilatȇ Suriyȇ  em ji malbata Mehse  Emȋnȋ  re sersaxiyȇ dixwazin , çalakvana ȗ siyasetmedara ciwan a kurd  ȗ em sebir ȗ aramiyȇ ji malbatȇ  re dixwazin ,em weke rȇxistin ȗ tevgerȇn jin soz didin  ku emȇ bi vȋn ȗ îrade, têkoşîn xwe rȇ nedin  kuştinên  jinan yȇn wiha  qirêj   ku ji aliyê rejîmên zalim û dûrî mirovahiyê ve hatine kirin,emȇ nehêlin  bi ser bikevin .

Dȋroka rejȋma ȋranȇ bi qirkirin ȗ binpȇkirina gelan re tȇr ȗ tijȋ ye ,ȗ bi taybet qirkirina gelȇ kurd , Pirsgirêka Kurd zêdetirî sed salî ye ku ne ji ȋro deyȇ, Û dewletên dagirker ji bo çar parçeyên Kurdistanê hewldan û ceribandin

Her dem li dijî her şoreş û serhildanekê di destpêkê de, û di dîrokê de jî mînakên wê hene ,em niha li bakur û rojhilatê Sûriyê tê de dijîn. herwiha rejȋma ȋranȇ a monarşȋ  jȋ her hewil dide ku nasnameya gelȇ kurd bitepisȋne ji holȇ rake ,bi ruxmȋ ku di dȋrokȇ de hevkariya me ȗ wan li dijȋ farisan bi hevre heye.

Dewlet ȗ rejȋma ȋranȇ yek ji wan dewletȇn ku herȋ zȇde mafȇ jinan nasnake ȗ binpȇdike, Li cihê ku jin lȇ dijîn herdem bi îşkence û kuştinê di bin zext û astengkirina azadiyan de dijîn.

Buyera kuştina jina ciwan a kurd Mehsa Emȋnȋ ne buyera yekȇ ȗ wȇ nejȋ a dawȋ be lȇ belȇ bi sedan mȋnakȇn vȇ hene wekȋ Şȋrȋn Elemhȗlȋ ,Ferȋnaz Xisrewanȋ,ȗ Zeyneb Celaliyan ku ew ȋşkence kirin ȗ dan kuştin, di dema ȇrȋşȇn Azerbeycanȇ li ser Ermenîstane de jineke ji pȇkhateya Ermen ku bi destȇ leşgerekȋ Azerbeycanȋ hat kuştin ȗ bedena wȇ tazȋ kirin ȗ tiliyȇn wȇ jȇkirin ȗ xistin devȇ wȇ ȗ cavȇn wȇ derxistin ku ev rȇbazȇn hovane ji der mirovahiyȇ di derheqȇ jinȇn ku axa xwe mafȇ xwe diparȇzin de pȇk dihat  ,daku jinan bȇ deng bikin, wȇ ji azadiya wȇ mehrȗm bihȇle. Ji dȋrokȇ de ȗ heya bi roja ȋro ev buyerȇn wiha berdewam e, ku di heman demȇ de di zindanȇn dewleta faşîst a Tirk  de jȋ bi sedan jinȇn ku ji bo maf ȗ azadiya xwe tȇdikoşin ȗ li hember sîstema desthilatdar serȋ natewȋnin ȗ li berxwe didin bi işkenceyȇ dervȋ exlaq ȗ hov li ser wan pȇktȋnin .em weke meclisa  Kongra Star li Bakur ȗ Rojhılatȇ Sȗriyȇ van ȇrȋşên ku aqlȇ mirovan dicemidȋne Șermezar dikin em dibȇjin ku emȇ ticaran li beranber tu cureyȇn ȇrȋşȇn hovane bê deng nemînin em bang li tevahiya jinȇn cȋhanȇ dikin ku em hevgirtina xwe li hember sȋstema desthilatdar bi hȇz bikin ȗ asta tekoşîna azadiyê bilind bikin.

Bi navȇ jinan em bang li Neteweyȇn Yekbȗyȋ dikin ȗ aliyȇn pȇwendȋdar ku maf ȗ rȇxıstinȇn mirovȋ biparȇzin ȗ xwedȋ lȇ derkevinȗ li hember van aliyȇn ku bisucȇn dervayȋ exlaqȇ mirovahiyȇ radibin bertek ȗ cezayȇn giran pȇk bȋnin da ku rȇ li pȇşiya vȇ hişmendiya hovane bȇ girtin. Ji ber ku maf ȗ azadiya mirovan,ȗ bi taybetȋ jȋ hebȗna jin li  ser ruyȇ erdȇ pȋroz ȗ bi nirx e divȇ ev pȋrozȋ ȗ nirx were parastin .

18.9.2022 .

Meclısa Kongra Star a Bakur ȗ Rojhılatȇ Sȗrȋ.

Back to top button