ArşîvDaxuyanî

Platforma Çalakiyên Hevbeş.. bang li jinên cîhanê dike ku li hemberî rejîma zordar têkoşîna xwe bilind bikin

Platforma çalakiyên Hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî yên Jinê kir ku van sûcan bi belge bikin û berpirsyar werin dadgehkirin, û bang li jinên cîhanê kir ku leza xwe ya têkoşîna li ber pêla tarî bilind bikin.

Ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêkeke bingehîn a civakên li derveyî sînor e, platforma Çalakiyên Hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina jina ciwan a Îranî Mahsa Emînî ya 22 salî şermezar kir; Ev şermezarkirin bi daxuyaniyekê îro Sêşemê 20/9/2022’an li Baxçeya Xwendinê ya bajarê Qamişlo hate dayîn û nûnerên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hate xwendin, her wiha bi zimanê Erebî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Necla Temo û bi zimanê Kurdî endama Komîteya Têkilî û li hevkirinên  Demokratîk Peymanên Demokratîk  Kongra Star, Pencewîn Elî ve hate xwendin.

 Di destpêka daxuyaniyê de ev hat gotin: ‘Sucê hovane ku di dîroka16’ê meha 9’an 2022 ‘an di derheqê jina ciwan Mehsa Emînî de pêkhatibû ji aliyê polîsên bi navê axlaqî ya sîstema Îranê ku di encamê eşkenceya hovane ya ku di zindanê de rastî wê hatibû jiyana xwe ji dest da. Ev jî berdewam kirin işkenceya sîstematîk ya ku rêjîma destpot ya Îranê pêktîne.’

Daxuyaniya platforma çalakiyan ya tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev kar weha pênase kir’Karê ku rêjîmên destpot di cîhanê de dikin û tevgerên tundrew bi rêve dibin wekî ku li Îran, Evxanistan, Suriyê û Turkiyê.. hwd pêktînin di derheqê gelan de bi taybet jin û Tiştê ku rêxistina DAI’Ş di derheqê jina Ezdî û Aşurî pêkanî encamê hişmendiya inkar û durxistina ku îtirafê ji bilî xwe bi kesî nake û azadî û mafan asteng dike. Ev jî suc û binpêkirina hemû mîsaq û urfên navdewletiye.’

Daxuyaniyê takaezî pêkir ku ‘ji ber ku doza jinê dozeke cewheriye di civakên dersînor yên cuda de ye.’

 Bi navê pilatforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li bakur rojhilatê Suriyê vî sucî şermezar kirin.’

 Her weha bang li rêxistinê mafê mirovan û netewên yekbû yî yê jin û rêxistinên famînîst dikin ku van bipêkirinan belge bikin û sucdaran li pêşiya dadgehên navdewletî dadgeh bikin.’

Di dawiya daxuyaniyê de ‘bang li hemû jinên cîhanê dikin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin li dijî zilm û hişmendiya destpot ya ku qirkirin û kuştinê di derheqê jinan pêktîne.

Back to top button