ArşîvDaxuyanî

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan destnîşan kir ku ‘Keziyên jinên Kurd wê bibin darbesta kujerên jinan

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, sûcê hovane yê dewleta Îranê li dijî jina Kurd Mahsa Emînî şermezar kir.Tekez kir ku'keziyên jinên Kurd wê ji qatilan û hemû kesên tundiyê li ser jinan pêk tînin, bibe darvek.'

Îro Pêncşemê 22.09.2022’an, Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand û tê de kiryarên dewleta Îranê yên li dijî jina ciwan a Kurd şermezar kir. Mahsa Emînî (J’ına) a ku ji aliyê rayedaran ve rastî îşkenceyê hat jiyana xwe ji dest da.

Bi dehan endamên Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kongra Star û Meclisa Navçeyê ji bo beşdarbûna daxuyaniyê li navçeya Amûdê kombûn.

Daxuyaniya Komîteyê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê, Hena Xalid ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîrokê de jinan di avakirina şaristaniyan de roleke sereke û pêşeng lîstiye. Di avakirina civakê de di hemû waran de, civakî, siyasî, leşkerî û aborî roleke sereke lîstiye û dîrok şahidê vê yekê ye.

Ji Înana heya Leyla Qasim, ji Zîlan heya Bêrîtan û ji Arîn heya Jîna Emînî weke xeteke dîrokî ya tijî destkeftiyên jinan, pêşkêşî hemû mirovahiyê kiriye. Lê her tim jin di aliyê qebûlkirina civakê jê re, rastî zehmetiyan dihat û di hemû serdeman de rastî tundiya civakî, derûnî û fizîkî  hatiye. Em zihniyeta baviksalarî ku vedigere 5 hezar sal jî ji bîr nekin, şîdeta ku îro li ser jinan tê meşandin ji ber vê zihniyeta kevneperest e.

Keziyên jinên Kurd dê ji qatilan û hemû kesên tundiya li ser jinan pêk tînin wê bibe darbest. Em jî wek jinên navçeya Amûdê bi hemû pêkhateyên wê tekez dikin ku heya pêkanîna azadiya jinan, em ê li hember her cureyê şîdetê tê bikoşin.’

Back to top button