ArşîvDaxuyanî

kongra Star şewata li zindana Evîn şermezakir

Kongra Star têkildarî êrişa hêzên Îranê ya duh li Girtîgeha Evîn hate kirin daxuyaniyek da, û berpirsyartiya vê bûyerê da ser milê rejîma Îranê, daxwaza eşkerekirina rewşa hemo girtiyan kir.

Kongra Star têkildarî êrişa hêzên Îranê ya duh li Girtîgeha Evîn hate kirin îro yekşem 16/10/2022an daxuyaniyek nivîskî da, û berpirsyartiya vê bûyerê da ser milê rejîma Îranê, daxwaza eşkerekirina rewşa hemo girtiyan kir.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

Em wek Kongra Star ji duh şev ve bi hêrsek mezin êrîşê li ser zindana Evîn li Tehranê dişopînin.

Şewata ku di Zindana Evîn ku wek zindana îşkence tê nas kirin û piraniya girtiyên wê girtiyên siyasî, çalakvan û tekoşerên demokrasî û azadiyê ne cêbû û silah li hemberî girtiyan hate bi karanîn. Ev yek di siya serhildane li îranê de çêbû.

Nêzî 4 hefte li Rojhilatê Kurdistan û Iranê  gel rabûne serhildanê ji ber kuştina jina Kurd Jîna Amînî û her roj li qadane ji bo daxwaze guhertina sîstem, demokrasî û azadiya jin. Rûxmî ku rejîma Iranê bi tûndî êrîşê xwepêşandana dike, ew tirsa xwe avêt û vegerek ji sîstema berê qebûl nakin.

Zindana Evîn li Tehranê gelek bi nav û deng e û bi hovitiya xwe û îşkenceyê hat naskirin. Girtiyên di wê zindanê piraniya xwe siyasî ne, çalakvanin û tekoşerên demokrasî û azadiyê ne, ew kesin ku pêşengên guhertin û berxwedana wê welatî ne. Di pêvajoya dawî de gelek xwepêşandanan ku ji hêla rejîm hatin girtin li zindana Evîn de girtî ne. Beriya vê şewatê jî zindana Evîn heta niha gelek Şehîd dan, gelek hikimê îdamê ji bo girtiyên wê zindanê hatin girtin, çarenûsa gelek girtiyên siyasî li wê zindanê bi salane ne diyare.

Û ev ne cara yekem e ku Rejîma Îranê qatliyam di zindanan hemberî kesên azadî û demokrasî xwaz wan ne gor Iranê ye pêk tîne. Di sala 1981 heta 1988 di zindana Evîn û Koherdeşt bi destê rêjîma xûmeynî bi hazaran kesên azadî û demokrasîxwaz hatin qetilkirin, heta niha hijmara wan ne nete ji ber rejîma Îranê vê qatliyamê bi dizî û hêdî hêdî pêk anî. Ev qatliyam û êrîş bi hişmendiya rejim û bi sîstematîk tê kirin, hemberî kesên ku girtî ne û nikarin xwe hember van êrîşan biparêzin.

9’ê Gulana 2010 çar girtiyên siyasî ya Kurd Şirin Alam-Holi, Farzad Kamangar, Ali Heydarian û Farhad Vakili ku berê bi salan li wir girtî bûn di eynî zindanê hatin îdam kirin. Şirin Alam-Holi di dema xwe ya di zindana Evîn de li ser diwara  hûcreyê xwe de ‘Jin Jiyan Azadî’ nivisand. Rihê berxwedana Şirin û rêhevalê xwe di tekoşînên roja me ya îro ku bi heman slogan û daxwaz bi pêşengtiya jin şoreşek destpêkirin jiyan dike. Di heman zindana ku doh şev şewat çêbû rihê Jin Jiyan Azadi hêvî ava kir û slogana berxwedanê bû. Wexta dewlet wê zindnê êrîş dike, dixwaze berxwedana ku bi slogana Jin Jiyan Azadî xwe da pêş tûne bike. Ji ber Rejîma Iranê naz kir ku ruxmî hemû şerê taybet û içkenceyê nikare berxwedanê vemirîne, wê cihê ku cara yekêm slogana Jin Jiyan Azadî li Rojhilat û Iran bilind bu êrîş dike.

Ev ne cara yekeme ku li dijî rejîma Îranê xwepêşandan tên lidarxistin, lê vê carê gel bi cesaret,  iradeyek mezin bi şeklekî girseyî û bi pêşengtiya jin taybet ji bo rûxandina pergala rejîma îranê rabûn serhildanê. Bi banga Jin Jiyan Azadî û bimre diktatoriyê gel helwesta xwe diyar dike. Niha Rejîma Iranê ev demek tengav bûye û hewl dide bi qatliyaman dijî gelê Kurd, Belûçî û hemû gelên ku dijî derdikevin gel bitirsînin. Ev şewata li ser Zindanê jî bi Hişmendiya dewlete hate kirin ku dixwaze wê serhildanê heyî tasfiye bikin. Rejimê dixwaze ji aliyek rojevê biguhere li îranê û dervayî wê biguhere û di heman demê de bi astengkirina ragihandinê de agahiyan şilo bike û rastiya şewatê veşêre.

Em Rejîma Iranê bi tûndî ji bo şewat û êrîşa li Zindana Evin de şermezar dikin. Ew ji bo ewlehiya hemû girtiyên û ji bo şewata û êrîşa ku pêk hat berpirsiyare. Heta niha agahiyên ser girtiyên zindana Evin ne diyare, divê rejîma îranê rewşa hemû girtiyan eşkere bike.

Em rejîma Îranê ji bo qetilkirina zêdeyî sedan kesê xwepêşandana ku hijmarê wan ji ber astengkirina ragihandin ji hêla rejîm ne diyare şermezar dikin.

Em hemû Şehîdên Zindanê û hemû kesên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin bibîrtinin. Em tekoşîna girtiyan û hemû gelê Rojhilat û Iranê silav dikin. Divê em bi rihê berxwedana S. Şirin Alam-Holi tekoşîna xwe ji bo azadiya jin û hemû gelan bilind bikin.

Herwiha em bang hemû jinan, hemû rêxistin û kesayetên azadîxwaz û demomratîk dikin ku ji her cîhê tevlî berxwedanê bibin û piştgirî dibin berxwedanê gelan. Divê em herderê dengê xwe bidin tekoşerên azadixwaz û  berxwedêrên zindanê.

Bi rihê Ş. Şirin Alam-Holi, Ş. Jina Amînî û berxwedana Zeyneb Calaliyan em dibêjin Jin Jiyan Azadî.

 

 

 

 

 

Back to top button