ArşîvÇalakî

Pêşengehek pirtûkên Rêbertî li navçeya Eyn Îsa

Kongra star ya navçeya Eyn îsa ya kantona Kobanê, pêşengeha pirtûkên Rêbertî vekir.

Pêşengeha ku ji aliyê kongra star ya navçeyê ve hat vekirin, bi dehan endamên sazî û partiyan tê de amadebûn, pêşengeh li navenda Kongra Star vebû.
Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo bibîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir, pişt re axaftinek ji aliyê Endama kongra star ya navçeya Hîşê ya girêdayî navçeya Eyn îsa, Ayîda Ehmed Henîfî ve hat kirin, Ayda wiha axivî: ‘Îro me ev pêşengeha pirtûkan vekir da ku em pirtûkên Rêber Apo li her derê bidin nasîn û ji bo ku em fikir û ramana azad nasbikin, her weha, em jiyana azad, demokras rast nasbikin û pêkbînin’.
Di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ‘bi riya van pêşengehan wê fikira azad li her derê bê belavkirin’.
Pêşengeh bi duruşmeya demê ‘Jin, Jiyan,Azadî’ bi dawî bû.

Back to top button