
îro 9.1.2023 ji aliyê pilatforma çalakiyan a rêxistin û tevgerên jinan hevbeş a Bakur û rojhilatêSuriyê bi daxuyaniyekê 10 emîn salvegera komkujiya Parîsê şermezar kirin .
daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama kordînasyona yekîtiya jinên ciwan Rîm dada ve hat xwendin ,daxuyanî wiha bû:
Di nihê Çile de, dehemîn salvegera komkujiya parîsê ya ku jinên kurd ên pêşeng armanc hatin girtin pêk hat Ş:Sakîna Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemiz di paytexta Fernsayê de, ku bi destên kujeran opresyoneke siyasî pêk hat, û hişt ku wijdanê bi hezaran ji gelê kurd ên her çar perçeyên Kurdistanê biheje û ne tenê kurd lê belê çi kesên azadîxwaz di hemû cîhanê de,
Ev komkujiî û sûcê mezin pêk hat da ku bibe asteng û kelem li pêşiya diyaloka li ser doza kurdî li bakurê Kurdistanê û pêkanîna aştiyê bû.
Berxwedana heval Sakîne û rêhevalên wê ne tenê ji bo jina kurd bû, lê belê ji bo hemû jinên cîhanê bû. Lê mixabin heta roja îro hîn ev doz nehatiye eşkerekirin û kujer nehatiye darzandin ji hêla dewleta Ferensî ve.
Armancgirtina jinên pêşeng, armanca bingehîn e, ya sîstemên faşîst û paşferû ye ji ber vê çi jineke azadîxwaz li kûderê be bila bibe dibe xeteriyek li ser vê sîstemê . Lewoma dema em vegerin dîrokê em ê bibînin ku bi sedan jin li himber sîstema baviksalarî li ber xwe dane û hatine kuştin ji bo azadiya xwe mina ( Roza Loksmborg, Kilara Zetîkîn, xwişkên Mîrabal û Dayê Gulnaz) ji ber ku sîstema baviksalarî dizane ku hêza wan li himber azadiya jin û civakê lawaz dibe.
Sîstemên faşîst ya ku Tirkiyê pêşengtiya wê dike bi komkujiya 2013,an ve bes nebû , lê belê gelek komkujî bi ser jinên pêşeng de anîn wekî komkujiya Parîsê ya diduyan di 23,ê çila 2022,an de li ser Ş :Evîan Goyî û du hevalê wê Ebdirihman Qizil û Mîr Perwer.
Û ev kiryar tekez dikin ku Dewleta Tirk a faşîst dixwaze doza kurdî di rêya şikandina vîna jina kurd şkandine vala derbixe .
Em di bilatforma çalakiyan ya tevger û rêxistinên jin, di Bakur û Rojhilatê Sûriyê van şehîdan bi bîr tînin , her wiha komkujiyên ku li ser jinan pêk tînin em şermezar dikin.
Bangewaziya me ji civaka navnetewî û dewleta Firansa re ku kujeran pêşkêşî dadgehê bike, her weha bangewaziya me ji hemû kesên azadîxwaz û rêxistinên mafên mirovan û tevgerên jin ku hevgirtinê bi gelê kurd û tekoşîna jinan li kuderê be bikin.
Bilatforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jin di bakur û rojhilatê Sûriyê