ArşîvÇalakîNûçe

li til birak meşek di bin duruşmeya dil û pênûsa jin dema bi yek be wê jin ticar twslîn nebe

kongra star li navçeya Til birak jibo salvegera 10 emîn a komkujiya parîs ê meşeke girseyî li darxist

Ji bo bîranîna hersê şehîdê komkujiya parîsê ku dikeve sala xwe ya 10 emîn îro 9,ê çile ya 2023 li navçeya Tilbirakê a bi ser kantona Qamislo ve meşeke girseyî ji şêniyên herêmê hat li darxistin meş bi duruşmeyên jin jiyan azadî ,bi pêşengtiya jin wê şoreşa me bi ser bikeve şehîd namirin meş ji qews ketina navçeyê destpê kir û ber bi çerxereya nava navçeyê domand   di dema ku şêniyên navçeyê gihştin  çerxerê rawestiyan û bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawestiyan û di piştre jî peyama şermezerkirina koêkujiyê ji aliyê endama komîteya dadê Sumeya Setuf ve hat xwendin ku di peyamê de behsa qehremantî û vîna jin hat kirin ku  ji wan jî jina pêşeng a  di nava şoreş û tevgera azadiyê de rêheval Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Fîdan doxan , Leyla şaylemez herwiha di peyamê de behsa yekbûna hêz pênûs û dilê jin dema ku yek be  ew dem ne gengaze ku jin teslîm bibe ,herwiha hevala Sakîne Cansiz ew keça dêrismê ya por sor xwediya kenê bedew ku di 1957 an ji dayik dibe di tevahiya temenê xwe li nava malbat û civakê de dikeve di nava nakokiyan de bi zihniyeta paşveû û sîstema zalim û desthilat dar re ji temenekî biçûk de dikeve nava lêgerînê de jibo derxistin û analîzkirina rastiyan em jî weke  jinên tekoşer ku bi saya wan hatine roja îro û em di nava meşa şoreşê de li be xw didin jibo sekna li dij sîstema zayendperest û desthilatdar ku ji dervî jiyaneke azad wê tu jiyan ji mere nîn be ,di dawiya peyamê de îşaret bi vê hat kirin ku em weke jinê rojava ku em rojeke wiha şermezar dikin ku ev jî tê vê wateyê em heya dawî şopdarê rê û tekoşîna van hevalan bin û emê li hember hemû cureyên êrîş û tûndiyan li ber xwe bidin .

meş bi duruşmeyên jin jiyan azadî ,şehîd namirn bi dawî bû

Back to top button