ÇalakîNûçe

Bi dirûşma “Em ê bi berxwedana gel re rejîma Îmralî hilweşînin” daketin qadan

Însiyatîfa gel a Qamîşlo, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.

Gelê kantona Qamişlo komploya navneteweyî şermezar kir

Bi dirûşma “Em ê bi berxwedana gel re rejîma Îmralî hilweşînin” bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan û bal kişandin ser berdewamiya têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî a Rêber Apo.

Însiyatîfa gel a Qamîşlo, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.

Îro Çarşem 15.2.2023 ,24 emîn salvegera komploya navdewletî ya ku li ser Rêberê Abdullah Ocalan pêk hat ku di vê rojê de dîl hat girtin.

Bi hatina vê rojê bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo û navçeyên girêdayî wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta mezin a bi diruşmeya “Em ê bi berxwedana gel rejima Îmralî hilweşînin.” û pankartên biçûk ên bi wêneyên Rêbertî ku li ser “Bê Serok jiyan nabe” hatin xêzkirin ., “Bijî berxwedana Îmraliyê.”

Xwepêşandana ku li çerxerêya  Sonî ya navenda bajêr destpê kir, heta ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li taxa Rojava meşiyan.

Bi hatina xwepêşanderan deqeyek rêzgitinê  ji bo giyanê  şehîdên şoreşa azadiyê rawestiyan û piştre hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Asya Ebdullah axaftinek pêşkêş kir. Di destpêka axaftina xwe de ev komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata 1999’an de li ser Rêberê Abdullah Ocalan pêk hat, ji aliyê dewletên dagirker, serdest, navneteweyî û herêmî ve hat şermezarkirin û got: Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan komplo ya. li dijî gelên herêmê, li dijî hemû gelan û mirovahiyê , jinan,e Rêber Apo bi salan e ji bo têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê, li hember înkar û qirkirina gelê  Rêber A.p.o li ber xwe da û rê li ber her cure neheqî û qirkirina li ser Kurdistanê girt. Ji ber vê yekê berxwedana gelan û jinan bi pêşengiya Rêber Apo, tevgera azadiya Kurdistanê, tevgera jina azad dest pê kir. Ev berxwedan kete qonaxeke nû, têkoşîn berfireh bû, zanîn belav bû, zanist, zanîn, nasname û ev hemû  têkoşîna rêbertî bû.

Eşkere bû ku mifteya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Apo ye û wiha hat gotin: “Mifteya çareseriya Rojhilata Navîn û li hemberî hemû êrîşan ji pirsgirêka Kurd fikrên Rêber Abdullah Ocalan e. Îmraliyê Rêber Apo piştgiriya projeya biratiya gelan, demokrasî, yekitî û wekheviyê dike, her kesê ku piştgiriyê dide van projeyan divê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têbikoşe, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bişkîne. Berxwedana Rêber Apo ya li girtîgehê ye. ji bo parastina nirxên mirovahiyê ye.”

Asiya wiha axaftina xwe domkir; Ji bo serhildanên ku dest pê dike û gotinên Rêbertî ji xwe re dirûşim û prensîb esas digre , îro gelên bindest ji bo azadiya xwe ya fizîkî serî hildidin û ya herî girîng ji van serhildanan serhildana Rojhilatê Kurdistanê  û Îran bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi pêşengiya jinên kurd û tevgera azadiya jinê, ev serhildan ji ramana Rêbertî derketiye, lewma hewl didin li hemberî vê ramanê bisekinin.

Bi ruhê şehîdan “Kes nikare roja me tarî bike” û bi qîrîna van dirûşman hate destnîşankirin ku ev komploya navneteweyî wê negihêje armancên xwe û wê têk biçe. Ji bo azadî, şikandina tecrîdê û jiyana bi Rêbertî re, bi vî ruh û hestê hemû pêkhate û gelan, zarok û mezin, jin em ê vê komployê têk bibin, her kesê ku îxanet li me kiriye em ê piştrast bikin ku têkoşîna Rêbertî berdewam dike.”

Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî wê wiha got: Zêdetirî 2 sal in dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tundtir dike û nahêle ku agahî der barê Rêber Abdullah Ocalan de bên ragihandin. Careke din û ji vir şûnde em bang li hemû hêzên navneteweyî, Komîteya li dijî Îşkenceyê, hemû rêxistinên doza mafên mirovan dikin ku li ser çarenûsa Rêbertî biryarê bidin, tecrîda li ser Rêbertî , malbat û parêzer bên rakirin û biçin serdana wî.

Di derbarê komployê wiha got, li gel xurtkirina têkoşînê, jin û ciwan bi taybetî ji bo şikandina tecrîdê û pûçkirina komploya navneteweyî ji naveroka wê, divê jin û ciwan li pêşberî tecrîdê bisekinin û têkoşîn û şerê xwe mezin bikin.

Di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbatên mexdûrên erdheja ku li herêmê pêk hat re xwest û got, bi lihevkirin û yekîtiya gelan em ê li hemberî zehmetiyan li ber xwe bidin.

Back to top button