ArşîvDaxuyanîPerwerde

‘rejîma îranê li hember qîrîna civaka Îranê ya ‘JİN JİYAN AZADÎ’ dibe asteng’

Meclisa perwerde û Akademiyên jin li bakûr û Rojhilatê Sûriyê , bûyera jehrkirina xwendekarên jin yên dibistan û zanîngehan li Tehran û Erdebîlê ji aliyê rêjîma Îranê bi tundî şermezar kir.

Ev yek, bi daxuyaniyekî nivîskî ku îro, şemî 4/3/2023 an, Meclisa perwerde û Akademiyên jin li bakûr û Rojhilatê Sûriyê derxist.

Di daxuyaniya nivîskî ya meclisê de ev hat got in:

‘Ev 4 mehin zêdetir serhildana gelan li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê , bi dirûşmeya JİN JİYAN AZADÎ û bi pêşengtiya jinan dewam dike , li hember vê berxwedanê şidet , tundî, kuştin û darvekirin di lutkeya xwe  de pêk tê .Li gorê raporên saziyên Navnetewî di 2 mehên dawiyê de 94 kes ji Kurd , Erebên Ehwazê û Belocan hatine darvekirin. Tê wateya ku rêjîma Îranê di hişmendiya xwe ya olperest û nijadperest de bi israre , di heman demê de li hember qîrîna civaka Îranê ya JİN JİYAN AZADÎ rojane  bi hemû awayan binpêkirinên bê exlaq ji bo xwe paşvekişandin , ji daxwazên xwe veger , her wiha radestkirina ji hemû rê û rêbazên dewlet û hişmendiya dewlet re . Hemû fiyatên civakê ji jin û mêran têne îşkence kirin tenê ji bo dengê rastiyê bilind nebe . Ev yek herî zêde li ser jinan , taybet jinên zana , jinên xwendekar û xwendevan di zanîngeh û dibistanan de tê meşandin . Taybet bûyera herî dawî ya jehrkirina xwendekarên jin yên dibistan û zanîngehan ku rojane li eyaleta Erdebîl ê bi sedan xwendekar têne veguheztin nexweşxaneyan , di heman demê de ev bûyer dengeke mezin veda ji raya giştî re û her kesî dilgiraniya xwe ji bo vê bûyerê ragihand , lê mixabin tu saziyên navnetewî, mafên mirovan mudaxeleyeke cidî nekirine heya neha , di encamê de rojane destdirêjiya rêjîma Îranê li ser gelên azadîxwaz zêde dibe .

Em jî weke Meclisa perwerde û Akademiyên jin li bakûr û Rojhilatê Sûriyê , bûyera jehrkirina xwendekarên jin yên dibistan û zanîngehan li Tehran û Erdebîlê ji aliyê rêjîma Îranê bi tundî şermezar dikin .

Em bang li UNSIF û hemû saziyên mafên mirovan dikin ku destwerdaneke bi lez ji bo rawestandina kiryarên rêjîma Îranê di derheqê xwendekarên jin di dibistan û zanîngehan de û banga me ji hemû kesên azadîxwaz , rewşenbîr û rûsipiyên civakê ku dengê xwe li hember van kiryaran hîn zêdetir bibe heta mafê xwe bidest bixin û bihêlin ku rêjîma Îranê tevger û sîstema xwe di bre çavan re derbas bike û bi guherîne .’

Back to top button