DaxuyanîNûçe

meclisa Kongra Star:hevrê Raperîn Amed yek ji pêşengên şoreşa jin ku bi duruşmeya jin jiyan azadî têdikoşiya

di encama êrîşa dewleta tirk hevrê Raperîn Amed(Delal Ezîzoglû) şehîd bû

 

meclisa Kongra Star îro 3 adarê 2023 bi daxuyanekê xemgîniya xwe xwe da diyarkirin û sersaxî ji Rêber APO û hevrê û malbata şehîd Raperîn re xwest 

ANF Images

 

Di daxuyaniya meclısê de, ev tişt hatin diyarkirin:

 Hevrê, Fermandar û Nûnera Jina Azad

Di vê pêvajoya şoreşa jinê ya di bin duruşmeya jin jiyan azadî de bilind dibe û li her çaraliyê cîhanê deng vedide, me wekî Kongra Star bi xemgîn û dil biêş bihîst ku “Raperîn Amed (Delal Ezîzoglû) di 17`ê Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema xizmetkirina ji gelê xwe re didomand, di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bû ye.” Di vê pêvajoya berxwedaniya jin a bi tîpên zêrîn di dîroka mirovahiyê de tê nivîsandin û bi xwîna bi hezaran keç û kurên leheng ên vî welatî yên herî giran biha, tê nivîsandin. Em wekî tevgera jin her tim hêza xwe ji van nûner û pêşengên xwe digirin û wiha têdikoşin û bi ser karê xwe ve diçin. Taybet di têkoşîna tevgera azadiyê de şahdet û pêşengtiyên jin vê hîn bêhtir bi awayekî zelaltir radixe ber çavan û hêz didin me û di heman demê de jî barê me giran dikin.

Ev şehîdên me ne yên  ku cesaret û wêrekiyê didin me, ev in ên ku bi xwîna xwe ya pîroz axa kurdistanê avdidin û me ber bi serkeftinê ve dibin. Bi hezaran jin di rêya felsefeya Rêber û pêşengê sedsalê Rêber Apo de meşiyan û em ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve birin.  Li ser vî bingehî em jî wekî Kongra Star hevrê, fermandar, nûner û nimûneya jina Azad Raperîn Amed(Delal Ezîzoglû) bi minet û rêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li hemberî wê ditewînin.  Hevrê Raperîn ya li kolanên Amedê, bi qêrînên berxwedana zîndanên Amedê mezin bûyî û temenê xwe daye têkoşîna azadiya gelê xwe û ji bo jinê ked û berdelên bê hempa daye, em ê bikin rêberê têkoşîna xwe û li ser rêç û felsefeya wê bimeşin. Dibêjin ku, bila serê Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û malbata hevrê fermandar Raperîn Amed saxbe.

Belê dilê Raperîna serhildêr, çawa ku li koçe û kolanên Ameda Paytext lê dida, îro li ser rêça Raperînan bi hezaran, bi milyonan dilên keç û xortên dilovan û evîndarên welatê xwe bi dilê Raperînê re li Amada paytext lê dixin.

Hevrê Raperîn, a di şopa Bêrîvan, Bêrîtan û Zîlanan de, dimeşî û bi felsefe û ramanên Rêber Apo ve hatî sitran, li çiyayan û her çarparçeyê Kurdistanê û dervî welet, têkoşînekî bê hempa da meşandin. Bi hezaran ciwan perwerdekir û wekî jinekî pêşeng fermandarî kir, her tim li ser rêça şehîdan meşî, bi biçûkan re bû biçûk, bi mezinan re bû mezin, bi hewara jinên Şengalê ve çû, bi hewara jinên Rojava ve hat, ewê dil dabû welatê xwe, ew sembûla yekîtî û welatparêzîyê bû, ew sembola jiyana azad bû, ew di jiyanê de her tim li pêş bû. Ew Edula serdemê bû, evîndara welat, şervana rastiyê bû û her tim li dijî tarîtî û neheqiyê  şer dikir. Her cihê ku lê bû bi xwe re rihê Arînan dibir wir, carê dibû Leyla Qasim û lidijî zilm û zordariyê li berxwedida, care dibû Zekiye û li kolanên Amedê di şewitî, carê dibû qêrîna berxwedan Jiyane û li kolanên Amedê deng vedida. Dibû tilîliya Bêrîtan û li ber kendalan bi bask dibû, ew keça Amedê ya wekî navê xwe serhildêr, pêşenga jina azad bû. Hevrê Raperîn tucarî bêmafî qebûl nedikir, ew her tim şopdar û şervana heqîqetê bû, tucarî ji rêya heqîqetê dernediket.

Hevrê Fermandar Raperîn a dilê xwe li ser çiyayên Kurdistanê neqişandî, îro navê wê bi tîpên Zêrîn li her çar parçeyên Kurdistanê tê nivîsandin, dibe meşale û rêya me ronî dike, ji me re dibe jîn û jiyan. Em ê şehîd Raberîn her tim bixin parçeyekî ji dilê xwe û wekî bi hezaran şehîdan wê di dilê xwe de veşêrin û ji bo jiyana xwe bixin meşale û hertim hewil bidin ku layiqê wê der kevin. Bi rihê Raperînan karibin ser kar û xebatên xwe de biçin û hîn bêhtir xizmet bikin.

Cardin hevrê Raperîn bi rêzdarî bibîrtîni,  bejna xwe li hemberî wê ditewînin û sersaxiyê ji hevrê û malbata wê re dixwazin.

Meclisa kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriye

 

 

Back to top button