ArşîvCivakDaxuyanî

Komîta şilêr komkujiya Helepçe şermezar kir û daxawza paraftina jiyana zarokan kir

komiteya Şilêr ya zarokan a Bakûr û Rojhilatê Suriyê di salvegera vê komkujiya hov de hemû zordarên dijminê civak û zarokan şermezar kir, herwiha bang li mafparêzên zarokan kir ku werin dest bidin hev, zordarên jiyana zarokan ji nav bibin. Jiyana zarokan biparêzin.

Îro (16`ê Adarê) salvegera 35`an a Komkujiya Helebceyê ye. Di 1988`an de rejîma Sedam Huseyîn bi çekên kîmyewî bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di komkujiyê de herî kêm 5 hezar Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran jî bi nexweşiyên giran re rû bi rû man.

Bi vê wesîleyê komîta şilêr ya parastina mafên zarokan ya bakur û rojhilatê suriyê daxuyaniyak nivîskî da, di daxuyaniyê de jî ev hat gorin:’ Heyva adarê jibo Kurdan heyvek,şahî,cejn û di heman deme de komkujî û êşane.

Lê belê zordar û qatilên civakan û rejimên zordest jî dev ji vê komkujî,zilimkarî û hovitîya xwe ya li ser mirovahî û civakên bindest bernedane. Yên ku herî zêde ji van komkujî û zordariyan jî rast hatine jin û zarokin. Her ku komkujiyek çêbêye an jî çewisandinek çêbuye li ser civakê ya herî zehmetî kişandî dîsa dayik û zarokin. Bİ dehan zarok sêwî dimînin,ji şert û mercên jiyanê bê par dimînin û ji jiyana zarokatî wêdetir bi derûniyeke şikestî mezin dibin. Di heman demê de dayîk jî bi gelek zor û zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin. Hem dayikbûna zarok di heman demê de mezinkirna zarok ku bareke li rexmî wê bi komkujî û koçberî re rû bi rû mayîn derûniyeke demdirêj ya xirab li ser mirov dide çêkirin.

Ji wan bûyeran jî yek komkujiya Helebce ye.  Ku di 16 adara 1988 an de li başurê Kurdistanê li bajarê Helebcê ji aliyê rejima beeas ya Îraqê ve ku di bin dîktatoriya rejima Sedam de  bi 8 balafiran gaza kimyewî li ser bi deh hezaran Kurdan de barand û li gor daneyên ku derketine di nav de piranî jin û zarok 5000 kes hatin kuştin û 7000 hezar kes birîndar kirin. Ya herî xemgîn jî ew bû ku berya barandina gaza kimyewî zarokan ji dayika xwe re digot “Dayê bêhna sêva tê” bû bi gazên bêhna sêvê zarokên ku ev peyv bilêvkirin hatin qetilkirin û ji jiyanê hatin bêpar kirin.

Li gor daneyên ku zanîngeha Silêmaniyê derxistine ev gaza kimyewî ya kumkujiya Helebce pêkanîn 4-5 qat ji ya hîroşoma û nagazakî zêdetir bû. Herwiha ji ji kesên hatine qetil kirinjî %70 jin û zarokbûn.

Di roja me de jî bi taybet li rojhilata navîn yên herî zêde ji jiyanê bêpar têne hiştin zarokin. Li gel deruniya xerab ya mezinbûna zaroktiyê. Di bin deruniya şer,koçberî û bê lîstokên zaroktiyê de mayîn hîn jî zindiye. Li rojava û bakur û rojhilatê Suriyê jî hîna zarok di bin bandora jiyaneke derûnî xerab,şer û aloz de jiyan dikin.

Em wek komiteya Şilêr ya zarokan a Bakûr û Rojhilatê Suriyê di salvegera vê komkujiya hov de hemû zordarên dijminê civak û zarokan şermezar dikin, herwiha bang li mafparêzên zarokan dikin û werin em dest bidin hev, zordarên jiyana zarokan ji nav bibin. Jiyana zarokan biparêzin.’

Zarok jiyanin jiyanê ne kujin

Back to top button