
Kongra Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Em careke din dagirkirina li ser kantona Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê bi tundî şermezar dikin û em ê xwedî li armancên şehîdên azadiyê derkevin û wan pêk bînin.”
Di salvegera 5 mîn ya dagirkirina kantona Efrînê de,di 18/3/2018 de em bi tundî şermezar dikin , û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîrtînin û dagirkeriya ku ji milê dewleta faşîzimê û çeteyên wê ve hatî dagirkirin ;di encama îtîfaqî û pîlanekî ji milê hêzên hegemonîk yên navnetewî ve bi armanca siyaseta qirker ya durûtiyê ku li ser gelên herêm tê meşandin û li ser pêşengê pêvejoya dîrokî gelê Kurd bi teybetî tê meşandin ku tevahî herêmê dagirbikin û paristina bercewendiyên desthiledaran ku pîlanên veşirtî pêkbînin û parvekirina herêm di navbera van hêzan de çêbikin bi destekdayîn û piştvaniya Rûsiya ve Efrîn hat dagirkirin da ku siyaseta qirkirinê û guhartina demigrafîk pêkbînin armanc jê valakirina herêmê ji gelên resen yê dibe asteng li beraberî pîlanên wan û hîn zêdetir xaka kurdistan û dewletên cîran dagir bike mîna Sûriyê û Iraqê ve .
di daxuyaniyê debal hat kişandin li ser ser komkujiya Helepçe û bi rasthatina wê a dagirkirina li ser Efrînê û wiha domand:
Dagirkeriya bi êrîş û bombekirina “72”balefirên şer tê wateya”72″ dewletan êrşkirin, di 20 meha çile de destpêkir ,ev êrş û bombebaranên hovane li seranserî sînorên kantona Efrînê hat kirin ;êrş li ser gund û navçeyan û hemû deverên jiyanê malên sivîlan firne ,stesyonên avê ,dibistan , noqteyên tendirûstiyê û cihên baweriyê, deverên dîrokî xwaza wêran kirin hemû zindî û tevahî binesazî hat armanc girtin û komkûjî pêkanîn li Mabeta ,kilotê Û navenda bajarê Efrînê û li taxa Mehmûdiyê û tevahî qurbanî jî jin û zarok bûn ji pêkhateyên gelê Ereb bûn ji ber şerê hovan e ji destpêka aloziya Sûriyê de berê xwe dane cihê herî bi ewle yê bajarê jinê , bajarê aştiyê bajarê bihûşta Rojava ku dagirkeriyê vegerand dûjeha şewtaninê di derbarên gelên sîvîl û şervanên azaduyê de bi hemû cureyên çekên kîmiyewî yên qedexekirî li gorî pîvanên civaka navnetewî hat bikaranîn. Dijminê qirker dîrokê dubaredike da ku temenê xwe dirêjbike di “8”ê Adarê de li navenda bajêr de di “16” Adarê salvegera Helbçe de komkûjiya Mehmûdiyê pêkanî gef li gelê sivîl xwar û hemû kiriyarên hovane kir bi girtin ,îşkence , perçekirina termên şehîdan , revandin ,kuştin li beranberî çavên civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan û bê dengiya wan tê wateya hevkarî û piştvaniya wan ji vê dagirkeriyê re siyaseta dirûtiyê û parastina bercewendiyên hêzên desthiledar dikin.
di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedaniya bê hempa a gel û dayikê şehîdan hat kirin ku çawa dayikan termên zarokên xwe pêşwazî dikirin û digotin :Em bê zarok dikarin bijîn, lê em bê rumet nikarin bijîn
Lê beraberî vê dagirkeriyê berxwedaniyeke bê hempa hat nîşan da hemû gel seferber bû bi rihê berxwedaniyê parastina xaka xwe kirin ,bi yek îrade “58”rojan “58”destanên lehengiyê û qehremaniyê hatin xêzkirin û rihê gelê şoreşger derket holê li beranberî dagirkeriya wêrankirî li dijî gelê sivîl , zarok û jinan bû û dayîkên şehîdan bi tilîliyan zarokên xwe yên şehîdbûne pêşwazîkirin û birîndarên xwe derman kirin û gotin (Em bê zarok dikarin bijîn, lê em bê rumet nikarin bijîn )bi vî rihî û çanda berxwedaniyê li berxwedan 58 rojan rûpelekî nû dîroka xwe di rûpelên berxwedaniya civaka mirovatiyê de nivîsand ev mesaj da dayîkên şehîdan bi pêşengtiya Ş.Barînan, Îlanan,Avîsteyan ,Karkeran Tekoşînan ve. Lê piştî berxwedaniyeke bê hempa bi darê zorê gel dane koçberkirin ber bi herêma Şehba da ku vegera li warê xwe misoger bikin .tucarî em dev ji xaka xwe bernadin .
Em weke tevgera azadiyê carekî din bi tundî vê dagirkeriya li ser kantona Efrînê û Girê Sipî û Serêkaniyê pêkhatî bi tundî şermezar dikin û emê xwedî li armancên şehîdên azadiyê derbikevin û pêkbînin û bangawaziya me ji civaka navnetewî û meclîsa ewlekariyê re he ku zextê bidin ser dewleta Turk a faşîst ku ji herêmên dagirkirî vekşê û dagirkeriyê bidawî bîne da ku gel bi ewlehî vegere warê xwe .weke tevgera Kongira Kongira Star emê asta tekoşîna xwe bilin bikin û dagirkeriyê têkbibin û azadiya Rêber APO misoger bikin ,bi azadî kirina Rêbertî azadiya jin û civakan misoger dibe .