ArşîvDaxuyanîTenderûstî

Meclisa tendurustî: kiryarên ku li Îranê diqewmin bi taybet jerîkirina xwendekarên keç şermezar kir

Meclisa Tendurustî Ya Bakur û Rojhilatê Suriyê kiryarên bi zanebûn ku li dijî xwendekarên keç li îranê şermezar kir, her weha, bang li 'rayedarên peywendîdar dikin ku hurgiliyên vî sûcî ku hatiye kirin eşkere bikin.'

Bi mebesta şermezarkirina bûyer û kiryarên ku li îran û Rojhilatê Kurdistan diqewime, Meclisa Tendurstî ya Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da, daxuyanî îro yekşem 19/3/2023’an li ba navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner li bajarê Qamişlo, bi amadebûna endamên desteya tendurustî, heyvasor ya Kurdî û kongra star, û endamên komîta tendurusî ya kongra star.daxuyanî bi her du zimanan kurdî û erebî hat xwendin, bi zimanê kurdî ji aliyê Hediye Ebdellah, cîgera desteya tendurustî, bi zimane erebî jî ji aliyê Şêrîn koriyê, cîgera desteyê.

Di dest pêka daxuyaniyê de ev hay ser ziman:’ Serhildan û şoreşa jinê ya ji bo azdiyê li hemû deverên cîhanê ku jin rabûn dest pêkir. Bi vê pêngavê parastina rûmet, mirovahî û azadiyê û bidestxistina edalet,wekhevî û wan biryar da ku ji mexdûr bibin rêber û îlham.’

Li daxuyaniya xwe zêdekir û got:’Di van demên dawî de, me dît ku xwendekarên jin di vê şoreşê de xwedî rolek serke û pêşeng in jê re digotin Şoreşa Keziyan, ku bi xwîna Jîna Emînî pêxist, û di nav hemûan de mîna agir belav bû.’

Dest nîşankir ku Jinên îran ku zincîrên bêedalet, zilim û êşê şikandin, Şoreşa jinê metirsiya  li ser hin civakên bindest dike û tirs û xofê di nava wan de belav dike. Ev tişta ku me dît di dosyeya jehrîkirina bi hezaran xwendekarên keç li Îranê de, ku lêkolînan ev pêre îspat kir.Zêmtirî 6 hezar xwendekarênjin hatin jehrîkirin û bi zanebûn hedef hatin girtin.’

Li ser polîtîka rejîma Îranê axivî û got: ‘Girtina dibistanan, nemaze dibistanên keç û ku bûyerên weha bûyerên bizanebûn in ku keçan neçar bikin ku li malê bimînin û ji ber vê yekê dibistan û zanîngeh ji bo keçan dibin xewnek.’

Meclisa tendurustî ev yek şermezarkir û got: ‘Em di meclisa tendurustiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê de, van kiryarên bi zanebûn şermezar dikinç her weha bang  li rayedarên peywendîdar kir  ku hurgiliyên vî sûcî ku hatiye kirin eşkere bikin.’

Back to top button