DaxuyanîNûçe

Meclisa Konga Star peyama pîrozbahiyê pêşkêşî yekîneyên parastina jin YPJê

di salvegera 10emîn a damezrandina YPJê de Meclisa Kongra Star peyama pîrozbahiyê da

peyama pîrozbahiyê wiha bû :

Di salvegera 10 emîn a damezrandina yekîneyên parastina jin YPJ de em bi rêzdarî  giyanê pakrewanên bi hezaran bibîr tînin û silav dikin ,yekîneyên ku xwe kirine mertal ji bo parastina jin û civakê tevahî û mohra xwe li dîrokê dane  xwediyên mîrasên bi hazarê salane ji berî zayinê di zincîra koletiyê re derbasbûne û heya roja me ya îro anîne .Jina xwedavend , afrîner ,kedkar ,berhemdar, avaker ,xwediya mîraseke dîrokî ya avakirina pergala civakbûyînê ; mîrasa hezaran jinane ku gihandiye roja me ya îro li ser  rûyê dîrokê  bi hişmendiya xwe ya civakbûna xwezayî û parastina nirxên civakê kirî û hîn jî avadike tevî ku rastî hemû cûreyên tundî , koletî û qirkirinê tê ,lê dîsa jî  tu carî jî dev ji çanda avakirinê û parastinê û pêşxistinê bernedaye ;çanda dayika xwedawend  ya bi kedê hûnandî  û şaristaniya demokratîk avakirî û li tevayî cîhanê belavbûye ji dergûşa mirovahiyê ve .Lê bi hişmendiya desthiladar yên dizê kedê re  zincîra koletiyê û siyaseta mîtingeriya qirker re  rû bi rû dimînin  û bi peydakirin û çêkirina aloziyên hişmendiya şerê teybet bi hemû cureyan , jin û civakê dike armanc, ev yek jî bû sedema paristina jinê ji  keda xwe re û di berxwedaniyê de,  bi sedan   cihê xwe girtî û rola xwe ya pêşengtiyê lîstin , di seranserî dîrokê de  mîna , Star,Îştar ,Zenûbiya Kîlopatra ,Belqîs, Etîna   ;lê nikarîbû guhartin di hişmendiya serdest ya bavksalarî de  çêbikirana , ev yek jî bû sedema mîtingeriya kurdistanê  û Rojhelata Navîn ku hîn zêdetir dagirkerî berferhtir û kurtir bibe ku parêzvan û berxwedêrên di serhildan û şoreşan de cihê xwe bigirin mîna  Besê,Zerîfe,Edîle Erdexan,Fatima Reş, xanê,Mîne Qazî, Leyle Qasim, Roza luksamborg, Kilara Zetkîn, Sena Mihêdelî, ev yên ku navên wan di rûpelên wijdanê welatparêzan de hatin ezberkirin li ser vê bingehê kîna bi hezarê salan neviyên wan hatin bi rêxistin kirin  bi fikir û felsefeya Rêber APO di destpêka damezrandina tevgera azadiyê de di nava civaka Kurdistanê ku bûye sembola lêgerîna azadiyê ji boyî her kesek azadîxwz  da ku li hemberî zincîra koletiyê û dagirkeriyê têbikoşin û bişkîne û têkbibin carekî din jina Kurd serî hilda , da ku tola  bi hezar salan ji dijminê hov hilîne li ser bingeha civakbûnê ji nû ve xwe birêxistin kir  û xwebûna xwe da nîşandan, bi avakirina yekîneyên jina azad  YJA .Star , li beramberî dagirkeriya faşîzimê di nava civakê de ku rihê welatparêziyê û berxwedaniyê xurt bikin  û guhertin û veguhertinan çêbikin  çanda berxwedaniyê û fedayetiyê bi pêşxistin di zîndanan û qadên berxwedanê de   heya roja me ya îro berdewame , mîna rêhevalên doza azadiyê Ş.Sara (Sekîne Cansîz) û ,Bêrîvanan,Bêrîtanan ,Zîlanan,Şîlanan,Viyanan .Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û bi rêxistikirina civakê re, daxwazî û pêwîstiya parastina  nirxên şoreşa dihat xwastin bi erk û berpirsiyariyekî dîrokî li ser milê keç û xortan ku bi vê erka welatparîziyê rabin, ku ji mafê her mirovekî ye ku paristina xwe bikin lê li ser  birêxistinbûna bingehîn ya parastinê  da ku zihniyeta dagirkeriyê têkbibin weke yekîne xwe birêxistin kirin û liberxwedan û çanda berxwedaniyê û bawarî û hêzdayîna bi hezaran  jinan dane  bi pêşxistin li beranberî zihiniyeta dewlet netew û komên çetan û Daîşê ve , destanê qehremanî û lehingiyê nivîsandin û xêzkirin di rûbelên dîroka jinê de bi destê jina tekoşer ,berxwedêr ya ku dîroka bi hezarê salan vedugherîne  azadiyê mîna rêhevalên Şehîd ,  Arîn,Rêvan,Îvana, lêgerîn  ,Barîn,Avêsta,Tekoşîn, Hevrîn, Sosin û Jiyanan, ku bi hêza bîrdozî ya xurt dikarîbûn siyaseta dagirkerî û qirkirinê têkbibit  û li hemû qadan mohra xwe li dîrokê bidin ku îro gavên pêşketî  di qada civakbûyînê de li ser bingeha biratiya  gelan û jiyana hevbeş û wekhev dinavbera herdu zeyandan de bi edaleta civakî da ku bibin hêza çareseriya bingehîn ji bo hemû pirsgirêkên civakê da ku civakekî exkaqî û wekhev, ekolojîk û azad avabikin û bi hev re biparêzin û daxwaza bi hazaran jinan pêkbînin bi bîrdoziya rizgarkirina jinê ku Rêber APO diyarî jinê kirî ku îro li her deverekê jin li berxwe didin bi duruşmeya (Jin Jiyan Azadî) ku ji şoreşa Rojava de destpêkir li Rojhelatî Kurdistanê û Îranê û hemû deveran dengvedide ku îro veguheriye duruşmeya tevahî cîhanê bi watedayîna jiyana rast û bi nirx ya ku  Rêbe APO jî dibêje ( Heqîqet eşqe, eşq jî  jiyana azad e ) bi vê  fikir û felsefeya jiyanê bi hezaran jin li berxwedidin û têdikoşin û çanda xwedavendiyê zindî dikin û diyarî mirovahiyê dikin bi pêşengtiya jina azad ku hişti bi sedan jinên ji hemû netewan berê xwe bidin şoreşa Rojava û cihê xwe di nava refên YPJ ê de bigirin û dîroka jinan ji nû ve çanda dayîka xwedavend  zindî bikin  û parve bikin û pergala xwe ya xwesertiyê biparêzin di her qadên jiyanê de ,di avakirina sîstema rêveberiya xweser de  tacîdar bikin û bûye nimûneya her civakekê ku xwe biparêze li Bakur û Rojhelatî Sûriyê û herêmê û cîhanê tevahî li beramberî hişmendiya terora Daîşê ya qirker û rêjîmên desthiledar û bûye eltrnatîfa parastina nasnameya hebûnê .

meclisa Kongra Star wiha peyama xwe bi dawî anî 

Di dawiyê de em bi rêzdarî bejina xwe li beranberî pakrewan û xwedavendên azadiyê ditewînin û bibîrtînin û berxwedana pîroz silav dikin û asta berxwedaniya xwe bilind bikin,da ku daxwazên pakrewanan pêkbînin  bi yek hişmendî û rihê berxwedaniyê  bi hev re pergala Îmralî hilweşînin û azadiya rêber APO ya fîzîkî misoger bikin û nirxên xwe yên civakbûyînê biparêzin  .

Carekî din di salvegera /10/mîn ya damezrandina Yekîneyên Parastina jinYPJ  ku rastî rojbûna Rêberê mirovahiyê û afrînerê felsefeya jiyana azad û afsoneya . ( jin jiyan azadî ) Abdullah Ocalan bûyî , pîroz dikin û berxwedaniyan  we silav dikin ku hêviya pêşerojê diyar dikin û diparêzin

Meclîsa Kongra Star

4 /4/2023/ .

Back to top button