DaxuyanîNûçe

Li Şamê piştgiriya ji beyannameya Rêveberiya Xweser re

Kongra Star li Şamê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ji beyannameya Rêveberiya Xweser re nîşan da.

Rêveberiya Xweser di 18`ê Nîsanê de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêyên aştiyane û demokratîk, beyannameyek ragihandibû.

Endamên Kongra Star li paytexta Sûriyeyê Şamê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji beyannameyê re nîşan da.

Endama kongreyê Zeyneb Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beyannameya Rêveberiya Xweser avakirina welêt û dabînkirina pêşerojê armanc dike.

Her wiha hate diyarkirin ku Rêveberiya Xweser roleke navendî di çareseriyê de dilîze û hewl dide çareseriyan ji bo pirsgirêkên gelê Sûriyeyê peyda bike.

Di dawiyê de hate gotin: “Timayên Rêveberiya Xweser di axa Sûriyeyê de nîn in, ew parçebûnê naxwaze. Divê çareserî bi rêya diyaloga sûriyeyiyan be.”

Back to top button